FEDA: Newroz pîroz be
FEDA: Newroz a di mîtolojiya Kurdan de, berxwedana bi pêşengiya Kawayê Şoreşger destpêkir, serdemek li pey xwe hişt û ronahî da qonaxekî nû, ji bo me Raa Haq bû pîrozbahiyeke nû.
FEDA: Newroz a di mîtolojiya Kurdan de, berxwedana bi pêşengiya Kawayê Şoreşger destpêkir, serdemek li pey xwe hişt û ronahî da qonaxekî nû, ji bo me Raa Haq bû pîrozbahiyeke nû.
Federasyona Elewî ya Demokratîk (FEDA) a daxuyaniyek nivîskî da got: “Ji bo girêdana Raa Haq a nû ya Elewiyên Kurd meha Adarê meheke pîroz e.”
FEDA anî ziman ku Newroz a hema bêje di hemû mîtolojiyên civakan de xwedî bi wate û pîroz e got: “Newroz a di mîtolojiya Kurdan de, berxwedana bi pêşengiya Kawayê Şoreşger destpêkir, serdemek li pey xwe hişt û ronahî da qonaxekî nû, ji bo me Raa Haq bû pîrozbahiyeke nû.
Ji bo girêdana Raa Haq a nû ya Elewiyên Kurd meha Adarê meheke pîroz e. Heftêmalê ya di nava cejnên me yên ayînî de cih digire, Qic-ik 7’ê Adarê û Heftêmalê Pilê dikeve roja 17’ê Adarê. Ev rojên cejnê yên bi xwezarê re di nava hev de; 21’ê Adarê, 1’ê Adarê ronahiya li gerdûnê, tê wateya amadekariya derketina ronahiyê.
Dîsa li gorî baweriyê 21’ê Adarê roja yekem a salê weke ‘Heftemalê’ bi navê cihê tên cejnên tên pîrozkirin.”
Em FEDA dibêjin ‘Sersala we pîroz be’, ‘Hetemala me pîroz be’ û ‘Newroz pîroz be’, bang li hemû kêmeneteweyên cihê dikin ku li dijî hişmendiya yekparêziyê govenda berxwedanê bigirin, 23’ê Adarê li pîrozbahiya Newrozê ya li Fankfûrtê kom bibin.”