ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎHD: Girtiyên li Herêma Çûkûrovayê baş nehatine dermankirin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Edeneyê binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê dawî li çalakiya grevên birçîbûnê anî bûn bi raya giştî re parve kir. Di rapora hate parvekirin de hate gotin ku girtî baş nehatine dermankirin. -
CHP, SP û DSP'ê ji bo cejnê serdana HDP'ê kirin
Şandeyên CHP, SP û DSP'ê ji bo cejnê çûne serdana HDP'ê. -
Dozger li dijî biryara beraetkirina Taşkin derket
Dozger li dijî biryara beraetkirina nûçegihana MA'yê Seda Taşkin derket. -
Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê berê xwe dan Îmraliyê. -
Berxwedêrê greva birçîbûnê Tuzak rakirin nexweşxanê
Mele Mustafa Tuzak ku bi sê hevalên xwe yên berxwedêr re li dijî tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ketibû greva birçîbûnê îro, li Bochumê careke din rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxanê. -
MŞD: Kuştina Emîn Salih Umer berdewama fermanê ye
MŞD'ê diyar kir, kuştina ciwanê Êzidî Emîn Salih Umer bi destê leşkerên Tirk berdewama fermanê ye û ji hikumeta herêma Kurdistanê xwest ku bi rengekî fermî bûyerê bişopîne. -
Dadgeha Elman di doza ala YPJ'ê de biryar beraatê da
Di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de aktîvîstekê di xwepêşandana protestoyî de ala YPJ'ê vekiribû û ji ber vê yekê doz lê hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraatê hate dayin. -
ROJEVA 5'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2019'an. -
Saziyên Êzidiyan bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kirin
Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Remezanê li alema Îslamê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê li Kurdistanê û derveyî welat, malbatên şehîdan, zindaniyan û têkoşeran pîroz kir. -
Malbatan serdana goristanan kirin
Li gelek bajaran ji bo Cejna Remazanê serdana goristanan hate kirin. -
ÎHD'ê rapora Girtîgehên Entalya û Elanyayê aşkere kir
Komîsyona Hiqûqê ya Şûbeya Entalyayê ya ÎHD'ê rapora têkilî girtîgeha Entalya û Elanya aşkere kir. -
Li Sûdanê di qetlîamê de herî kêm 35 kes mirin
Li Hartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, rêveberiya darbeya leşkerî êrîşî gel kir ên ku çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Di êrîşê de herî kêm 35 kes mirin. -
HDP'ê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir
HDP’ê bi peyameke nivîskî cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir, “Bi saya berxwedanê piştî salên dirêj bi hêviya cejnên ku em xeyal dikin, cejnê pêşwazî dikin.” -
Di meha Gulanê de çi hate serê rojnamegeran?
Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin û 2 rojnameger jî hatine girtin. -
Kongreya 'jinûve avabûna Dersimê' ava bû
Cemiyeta Jinûve Avabûna Dersimê, di kongreya xwe ya 5’an de biryar girt ku navê xwe bike ‘Kongreya Jinûve Avabûna Dersimê’. Hulya Yer û Alî Çatakçin bûn hevserokên kongreyê. -
Koçak piştî tedawiyê vegeriya St. Gallenê
M. Alî Koçak ku ji bo bidawîbûna tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 98 rojan di greva birçîbûnê de bû, piştî kontrola tenduristiyê vegeriya bajarê St. Gallenê yê Swîsreyê. -
Nobeda Azadiyê 363 hefte ne didome
Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, didome. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatine. -
Noran Cortinas: Dilsoziya Leyla bandor li min kir
Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas diyar kir, dilsoziya Leyla Guven a bi têkoşînê re gelekî bandor li wê kiriye û got, ew gelekî ji gelê Kurd hez dike. -
ROJEVA 4'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîrana 2019'an. -
HDP’ê qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir
HDP a qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir got: “Qetilkirina 13 welatiyên sivîl şermezar dikin, hewldana darbeyê jî red dikin.” -
Ji bo darezandina DAÎŞ’iyan li Stockholmê civînek hate kirin
Pisporên ji 11 welatên Ewropayê, bi armanca darezandina çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava di destê YPG’ê de gotûbêj bikin, li paytexta Swêd Stockholmê civînek lidarxistin. -
Baroya Rihayê: 4 sal in êşkence bi sîstematîk tê kirin
Baroya Rihayê piştî êşkenceya li navçeya Xelfetî ya Rihayê raporek weşand û ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve êşkence li herêmê bi sîstematîk tê kirin. -
Karsazên Kurd Bûldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn
Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn. -
Îsraîlê bombe li Sûriyeyê barand: 15 kes mirin
Artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de bombe li gelek nuqteyên hêzên rejîma Beşar El Esad ên li nava Sûriyeyê barand. Tê gotin ku herî kêm 15 şervanên alîgirê rejîmê mirine. -
KONGRA GEL bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir
Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi peyameke nivîskî cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku cejn, bibe sedema aramî û aştiya herêmê.”