CHP, SP û DSP'ê ji bo cejnê serdana HDP'ê kirin

Şandeyên CHP, SP û DSP'ê ji bo cejnê çûne serdana HDP'ê.

Şandeyên Partiya Komarparêz a Gel (CHP) Partiya Seadatê (SP) û Partiya Çepgir a Demokrat (DSP) ji bo cejnê çûne serdana Partiya Demokratîk a Gelan (HDP). Şande ji hêla parlamenterên HDP'ê Huda Kaya û Kemal Pekoz ve hatin pêşwazîkirin.

'LI DIJÎ NEHEQIYÊ DIVÊ HER KES TIŞTINAN BIKE'

Şandeya DSP'ê têkilî biryara YSK'ê ya li ser hilbijartina Stenbolê ya betalkirinê got ev neheqî ye û ji bo ku dawî li vê neheqiyê were divê her kes çi tişta ku dikeve ser wan bi cih bînin. Şandeya HDP'ê jî li ser biryara rêgezî ya têkilî hilbijartina Stenbolê pîroz kir. Şandeya DSP'ê bal kişande ser giringiya têkoşîna demokrasiyê ya HDP'ê.

''ÊN KU LI BER XWE DIDIN DÎROKÊ DINIVISIN'


Piştî şandeya DSP'ê şandeya CHP'ê serdana HDP'ê kir. Li ser navê şandeya CHP'ê Parlamentera CHP'ê Nîhat Yeşîl axivî, got ew hay ji berdêlên HDP'ê yên di têkoşîna demokrasiyê de hene û got, ''Ên ku li ber xwe didin û têdikoşin dîrokê dinivisin''. Kemal Pekoz jî got helwesta HDP'ê ya ji bo hilbijartina 23'ê Hezîranê diyar e û got, xebatên vê didomin.

'TIRKIYE DIBE HDP'YÎ'

Serdana herî domdirêj a Partiya Seadetê bû.  Parlamenterê Partiya Seadetê Cîhangîr Îslam li ser navê şandeya SP'yê axivî. Îslam yek bi yek bi nav kir û got, ''Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, Pomak, Abaza, Sinî, Elewî'' li ser vê Huda Kaya malavayî li Îslam kir, got ew gelek kêfxweş bûne ku navê hemû cihêtiyan hatiye binavkirin û cejna wan hatiye pîrozkirin. Kaya got, li ser pirsa bê ka HDP wê bibe Tirkiyeyî, got, ew dibînin ku her ku diçe Tirkiye dibe HDP'yî.

'EM Ê 23'Ê HEZÎRANÊ DAWIYA WAN BÎNIN'

Kaya bi domdarî got desthilata AKP'ê dîn ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne, diyar kir, ''AKP nirxên dînî, însanî dipişêve, dirizîne. Desthilatdariyeke wiha ye ku Xwedê çi ferman dabe berevajî wê dike û dibêje, mifteya bihiştê li cem wan e.''

Kaya herî dawî got, 'Bi destûra xwedê em dawî li vê zilmê bînin. 23'yê Hezîranê bi hev re em ê dersa hewce bidin wan.''