Îsraîlê pêşniyara agirbestê qebûl kir
Hikumeta Îsraîlê pêşniyara Serokê DYE'yê Donald Trump a ji bo agirbestê qebûl kir.
Hikumeta Îsraîlê pêşniyara Serokê DYE'yê Donald Trump a ji bo agirbestê qebûl kir.
Di daxuyaniya nivîskî ya hikumetê de hate gotin, "Di çarçoveya pêkhatina hemû hedefên operasyonê de û bi koordînasyona tam a bi Serok Trump re Îsraîlê pêşniyara serok a agirbesta du alî qebûl kir."
Di daxuyaniyê de hate gotin, "Îsraîlê gefeke du alî ya li qada nukleerê û qada fuzeyê ya balîstîk ji holê rakir. Her wiha artêşa Îsraîlê kontrola ezmanê Tehranê bi temamî xist destê xwe, zerarên cidî da lîderên leşkerî û bi dehan hedefên hikumeta navendî ya Îranê."
Tê payin ku Serokwezîr Binyamin Netanyahu daxuyaniyê bide.
LI ÎRANÊ 9 KES MIRIN
Beriya agirbestê di êrişên hemberî hev ên Îsraîl û Îranê de gelek kes mirin. Li gorî medya Îranê, sibeha Sêşemê di êrîşa Îsraîlê ya li bakurê Îranê de 9 kes mirin.
Li gorî ajansa Farsê, rayedarên eyaleta Gîlanê (bakur) a li peravê Derya Hazarê Alî Bagerî got, "Li Astaneh-ye Eşrefiye avahiyek bi temamî hilweşiya û xisar li gelek xaniyên li cîran bû."
LI ÎSRAÎLÊ 4 KES MIRIN
Saziya Magen David Adom ku saziya alîkariyê ya Îsraîlê ye, diyar kir ku li başûrê Îsraîlê roja Sêşemê di encama êrîşa fuzeyê Îranê de çar kesan jiyana xwe ji dest dan.