HDP'ê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir

HDP’ê bi peyameke nivîskî cejna Remezanê pîroz kir û diyar kir, “Bi saya berxwedanê piştî salên dirêj bi hêviya cejnên ku em xeyal dikin, cejnê pêşwazî dikin.”

Hevserokên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî, bi wesîleya cejna Remezanê peyameke pîrozbahiyê parve kirin.

'EM BI WATEYA WÊ YA RASTÎ MÎZGÎNIYA PÎROZKIRINÊ DIDIN'

Peyama HDP'ê wiha ye:

"Em, mirovên vê xakê bi hemû cêwazî û dewlemendiyên xwe ve ku cejna Remezanê jî me re mîras maye, bi wateya rastîn mîzgîniya pîrozkirina cejnê didin. Cejna Remezanê, cejna dijderketina neheqiyan û serî rakirina zilmê ye; cejna hev helalkirin, aştbûn û bi hevrebûnê ye.

Em dikarin bi wateya wê ya rastî cejnê pîroz bikin, dikarin aştiyê ava bikin, jiyana hevpar li ser hîmê bihevrebûnê saz bikin. Çawa ku me bi hêvî ked û têkoşînê afirandî, em dikarin pêşeroke aştî demokratîk û azad jî ava bikin.”

'EM BI HÊVIYÊ PÊŞWAZÎ DIKIN'

“Tevî şer û siyaseta mirinê ku tê ferzkirin, em hêvî dikin ku her kesê li ser vê xakê dijî bi tevî cêwazî û rengê xwe bi awayekî azad cejnê pîroz bike. Ev ji me zêde dûr nîne. Lewre HDP heye, lewre berxwedêrên ji bo bê li ber xwe didin hene.

Leylayan nîşanî me da ku em dikarin bi ser bikevin. Em bi saya berxwedana wan, piştî salên dirêj cara yekemîn e, cejnê bi hêviya ku bi wateya xwe ya rastî bê pîrozkirin pêşwazî dikin.

Em hêvîdar in ev cejn bibe bingeha aştiya mayînde ya di navbera gelan û bi xwe re aramiyê bîne. Bi van hestan cejna Remezanê li tevahiya alema îslamê pîroz dikin.”