ROJANE
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku Serokê Meclisê Nûman Kurtulmuş partiyên siyasî bi rojeva komîsyonê vexwendiye Meclisê.
KNK'ê diyar kir ku gelê Kurd aliyekî şerê Îran-Îsraîlê nîne, ew dixwazin hemû pirsgirêk bi rêya diyalog û aştiyê bêne çareserkirin û got, di vê pêvajoyê de ku nexşerêya herêmê dikare bê guhertin, yekrêziya nava mala Kurd heyatî ye.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku pêvajo pir hêdî pêş dikeve û xwest ku pêvajo were lezkirin û gavên şênber bên avêtin.
Konferansa bi senavê 'Pêşîvekirina li aştiyê' ji aliyê Hewldana Civakî ya ji bo Aştiyê ve li Navenda Çandê ya Eyup Sûltan a li Stenbolê pêk hat.
Prof. Dr. Abbas Valî destnîşan kir ku rawestandina têkoşîna çekdarî û danîna çekan heman tişt nîne û got, "Çekdarî, azadiya Rêber Apo jî di nav de bi gavên şênber ên dewleta Tirk dikare bibe."
Hemû Nûçe
-
-
-
-
-
Li Zurîhê şehîd hatin bibîranîn
Adil Sunger (Lecwan Mûnzûr) û Rûhat Tabak (Çekdar Botan) ên ku di Hezîrana 2016’an de li Qendîlê di bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûbûn li bajarê Zurîhê yê Swîsreyê hatin bibîranîn.
-
-
Tedawiya Leyla Guven a li nexweşxaneyê qediya
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parlementera HDP’ê Leyla Guven 200 rojan di greva birçîbûnê de mabû. Guven tedawiya wê ya li nexweşxaneyê qediya û got ku “Ez ê bi awayekî xurt vegerim nav gelê me.”
-
-
-
Îba dest bi karê dîplomasiyê kir
Yûsuf Îba ku 138 rojan di greva birçîbûnê de ma, bi gelek parlamenteran û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl re hevdîtin kir. Îba nêrînên Ocalan ên bi 7 xalan pêşkêşî raya giştî kiribû, parve kir.
-
-
-
-
-
Di navbera Berlîn-Enqereyê de krîza Ozan Canê
Welatiya Elman Ozan Canê ku ji aliyê rejîma Erdogan ve dîl hatiye girtin, eşkere bû ku rêveberiya Berlînê ji bo berdana wê gelek caran bi rayedarên Tirk re hevdîtin kiriye, lê bi ser neketiye.
-
-
-
-
-
-
-
Girtiyên li Şakranê bi jehrê ketin
Eşkere bû, girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakranê di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de bûn, piştî ku dawî li çalakiya xwe anîn xwarin şaş ji wan re hatiye dayin, lewma bi jehrê ketine û ew rakirine nexweşxaneyê.
-
-
Malbat ji Îmraliyê vegeriyan
Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan ên ji bo serdana cejnê çûbûn Îmraliyê, vegeriyan.
-
ÎHD: Girtiyên li Herêma Çûkûrovayê baş nehatine dermankirin
Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Edeneyê binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê dawî li çalakiya grevên birçîbûnê anî bûn bi raya giştî re parve kir. Di rapora hate parvekirin de hate gotin ku girtî baş nehatine dermankirin.