Îsraîlê bombe li Sûriyeyê barand: 15 kes mirin

Artêşa Îsraîlê di nava 24 saetan de bombe li gelek nuqteyên hêzên rejîma Beşar El Esad ên li nava Sûriyeyê barand. Tê gotin ku herî kêm 15 şervanên alîgirê rejîmê mirine.

Roja Duşemê serê sibehê artêşa Îsraîlê fuze avêt baregeha hewayî T4 a li Hûmsê.

Hate ragihandin, ji ber êrîşê leşkerek miriye, du jî birîndar bûne. Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê Sana, bomde li depoyeke çekan ketiye.

Şeva heman rojê li nêzî Şamê û wîlayeta Kuneytra ya li başûrê Sûriyeyê, li nuqteyên hêzên alîgirê rejîmê hate xistin. Artêşa Îsraîlê diyar kir, êrîş weke bersivekê ji bo roketên ji aliyê Sûriyeyê ve hatine, pêk hatiye.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji ber bomberdûmanê 15 şervanên alîgirê rejîmê mirine. Li gorî medya rejîma Sûriyeyê tenê çar leşkerên Sûriyeyî mirine.

Îsraîl ji sala 2011'an ve êrîşî artêşa Sûriyeyê, hêzên Îranî û Hîzbûllah a Lubnanê dike ku li Sûriyeyê alîgirê rejîmê ne.