Noran Cortinas: Dilsoziya Leyla bandor li min kir

Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas diyar kir, dilsoziya Leyla Guven a bi têkoşînê re gelekî bandor li wê kiriye û got, ew gelekî ji gelê Kurd hez dike.

Dayikên Plaza de Mayo mîna Dayikên Şemiyê yên li Stenbolê, her hefte li Meydana Mayo li hev dicivin û ji bo zarokên xwe û 30 hezar mirovên windakirî daxwaza edaletê dikin. Vê çalakiya dayikên Arjantînî 42 sal li pey xwe hişt. Têkoşîna gelê Kurd, bîranîna Lêgerîn Çiya (Alina Sanchez), grevên birçîbûnê, komkujiya li jêrzemînên Cizîrê û daxwaza ji bo azadiya Abdullah Ocalan çend ji mijaran e ku her roja Pêncşemê li Plaza de Mayo tên ziman.

Ji dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas, di dema berxwedana grevên birçîbûnê de meha Adarê serdana Leyla Guven kiribû. Cortinas li ser berxwedana greva birçîbûnê ji ANF'ê re axivî.

We serdana Leyla Guven kir. Têkoşîna Guven bandoreke bi çi rengî li we kir?

Ji roja ku çûm serdana Leyla Guven û vir ve bûme heyranê wê û gelê Kurd. Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê ji zûdeyî nas dikim. Min der barê wan de dokûmanterek bi navê 'Laçikên di dîrokê de' kişand, hesteke cuda ye. Roja ku min Leyla dît û ew hembêz kir rojeke taybet bû, ji ber ku dinyayeke cuda bû. Ne dinyaya me bû, dinyayeke ku min nas nedikir bû, lê gelekî bedew bû. Hurmeta ji lîderê siyasî Abdullah Ocalan re dihate nîşandan, eşkere dikir ku ev yek têkoşîn û berxwedaneke gel a rasteqîn e. Min hurmet nîşanî hezkirina wan mirovan da, ji ber ku mîna Leyla bi hezaran hevrêyên wê bi heman biryardariyê tevlî çalakiyê bûn ku ev yek ji bo gel gelekî girîng û bedew e. Divê zilm li gelê Kurd neyê kirin."

Di encama serketina greva birçîbûnê de dawî li tecrîdê hate anîn û piştî 8 salan du hevdîtin pêk hatin. Li gorî we, hikumeta Tirk wê gotinên xwe bi cih bîne?

Bi dîtina min wê encameke vê hebe. Dema ku mirov şer û komkujiyên ku Erdogan li dijî Kurdan, li dijî gelê Sûriyeyê û gelên din dike dinirxînin, hingî hevalên Kurd der barê vê de dikevin nava gumanan. Lê belê divê em piştrast bin, ji ber ku têkoşîna gelê Kurd wê her bidome. Bi dîtina min ev yek tiştekî gelekî girîng e ku berxwedana dîrokî ispat dike.

Hûn dikarin qala çavdêriyên xwe yên li Bakurê Kurdistanê bikin?

Dema ku bi Alejandro Haddad re ji bo amadekirina dokûmanterê çûm, ji bo min rewşeke gelekî girîng û cuda bû, ji ber ku min bi herêmê bi kevneşopiyên wan nizanîbû. Lê min dît ku êşa dayikan û êşa min yek e û zimanekî ku êşên me ji hev cuda bike nîne. Daxwaza têkoşînê, biryardariya li dijî faşîzmê yek bû.

Dema ku meha Adarê çûm dîtina Leyla, min dît ku jineke 56 salî bi îradeyeke mezin di greva birçîbûnê ya bêdorveger de ye. Dilsoziya wê jinê ya ji bo têkoşînê bandoreke cuda li min kir. Ji hingî ve bi hêza xwe hemûyî ji gelê Kurd hez dikim.

Hûn dixwazin peyamekê ji Leyla Guven re bişînin?

Beriya her tiştî ez ji wê gelekî hez dikim, silavên xwe lê dikim. Çawa ku greva birçîbûnê ya ji bo jiyaneke bi rûmet a gel bi rengekî serketî meşand, dixwazim ku niha jî bi heman rengî tenduristiya wê baş bibe. Ji wê û çalakgerên greva birçîbûnê re serketinê, ji gel re jî jiyaneke bi rûmet hêvî dikim.