Gelê Kurd ê ku li gel Lozanê tune hatin hesibandin, bi pêşengiya Şêx Seîd berxwedanek da destpêkirin û ev berxwedan bi xwînê hate çewisandin. Şêx Seîd û hevalên wî di 29’ê Hezîrana 1925’an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.
Her çend bi ser vê yekê de sed sal derbas bûn jî ne dewleta Tirk dev ji polîtîkayên xwe yên asîmîlasyon û tunekirinê berda ne jî gelê Kurd dev ji têkoşîna xwe ya azadiyê berda. Bi armanca zindîgirtina bîrê û eşkerekirina tiştên ku wê rû dane di sedemîn salvegera berxwedana Şêx Seîd de wê bi pêşengiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de li bajarê Bruksel ê Belçîkayê konferanseke du rojî were lidarxistin. Konferans wê di 28-29’ê Hezîranê de werin lidarxistin û piştre jî wê di 29’ê Hezîranê de li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mitîng werin lidarxistin.
Endamê Konseya Rêvebar a KCK’ê Zubeyîr Aydar ku di komîteya amadekar a konferans û mitîngê de cih digire, ji ANF’ê re axivî.
‘SERHILDANA ŞÊX SEÎD BI PROVOKASYONÊ DEST PÊ KIR’
Zubeyîr Aydar di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku serhildana Şêx Seîd li gel provokasyona rayedarên dewleta Tirk ên wê demê dest pê kiriye û anî ziman ku amadekariyên Komeleya Azadiyê hebûne lê belê di sala 1925’an de li navçeya Pîran a Amedê li gel binçavkirina hevalên Şêx Seîd topa serhildanê teqiyaya û dewleta Tirk ji bo ku Komeleya Azadiyê di nava zivistanê de bigire serî li provokasyoneke bi vî rengî daye.
‘LI GEL LOZANÊ GELÊ KURD TUNE HATE HESIBANDIN’
Zubeyîr Aydar destnîşankir ku serhildana Şêx Seîd li dijî tunehesibandina gelê Kurd a li gel Peymana Lozanê derketiye holê û got: ‘’Reaksiyoneke Kurdan a li hemberî Komara ku li ser yekperestiyê ava bûye, heye. Dixwazin têkoşîneke rizgariyê bidin destpêkirin. Dewlet jî li hemberî vê yekê serî li polîtîkayên çewisandin û tunekirinê dide. Dewletê di qonaxa avakirinê de paqijiya etnîkî kir. Dewletê di sala 1915’an de Ermenî, Suryanî û Keldanî, di sala 1919’an de Rûmên Pontûsê û di sala 1925’an e jî gelê Kurd qetil kirin. Nîqaşkirina bê ka kengî û li ku qewimiye gelekî girîng e. Di salvegera sedemîn de biranîna kesên ku bedel dane û eşkerekirina bûyeran a di çarçoveyeke akademîk de girîng e. Em konferansê jî bi vê armancê li dar dixin.’’
‘LI SER ROJA DARVEKIRINA ŞÊX SEÎD PEYAMEK DAN RÊBER APO’
Zubeyîr Aydar diyar kir ku kesên komkujî pêk anîne ji bo zindîgirtina bîrê ji Rêber Apo re di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî de cezayê darvekirinê hatiye birîn û ev yek anîn ziman: ‘’Her çend em razên û neyê bîra me jî her tişt tê bîra wan. Peyameke girîng e ku di 29’ê Hezîranê de cezayê darvekirinê li Serok Apo hatiye birîn. Gotin ku ‘Em ê wiha li we bikin. Ya ku me li Şêx Seîd û hevalên wî kiriye, em ê bînin serê we jî.’ Divê em jîvan yekan ji bîr nekin û cihê wê yê di dîrokê de bidin eşkerekirin.‘’ Aydar piştre bal kişand ser asta akademîk a konferansê diyar kir ku wê mesele bi berfirehî were nîqaşkirin, atolyeyên têkildarî ku bê ka piştre çi û çi rû dane werin lidarxistin û rewşa Kurdistanê ya polîtîk û civakî were nîqaşkirin û bi bîr xist ku serhildana Şêx Seîd bes bandor li Bakurê Kurdistanê nekiriye di heman demê de bandor li hemû perçeyên Kurdistanê kiriye.
‘KONFERANS Û MITÎNG BI PERSPEKTÎFEKE NETEWEYÎ HATIN AMADEKIRIN’
Zubeyîr Aydar da zanîn ku li gel konferansê wê peyama ‘Me ji bîr nekir û em ji bîr nakin’ were dayîn, bi bîr xist ku cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî hê jî nayên zanîn, di heman demê de daxwaza edaletê jî kir û got ku divê komîsyona heqîqetê were avakirin.
Zubeyîr Aydar bi bîr xist ku wê piştî konferansê li bajarê Koln ê Elmanyayê meş û mitîng werin lidarxistin û got: ‘’Ev yek di heman demê de merasîmeke biranîna şehîdan e. Ev konferans û mitîng bi perspektîfeke neteweyî hatine amadekirin. Li vir ji nêzîkatî yan jî îdeolojiyên partiyan wêdetir konferans û mitînga ku bi refleksên neteweyî hatine amadekirin. Serhildanên Kurdan bira me ya hevpar û nirxên me ne. Divê hemû kes di vê çarçoveyê de nêzîk bibe.’’
‘SERHILDANÊN KURDAN LI GEL SÊDAREYAN BI DAWÎ BÛN’
Zubeyîr Aydar diyar kir ku serhildana Şêx Seîd nîqaşên çareserî û diyalogê yên li Tirkiyeyê jî eleqedar dikin evyek anîn ziman: ‘’Li Bakurê Kurdistanê pêvajoyeke diyalogê ya bi pêşengtiya Serok Apo bi rê ve diçe, heye. Dema en li roja îroyîn dinêrin 1925 îro jî berdewam dike. Lê belê em bi lêgerîneke cuda hewl didin vê yekê bi diyalogê çareser bikin. Weke hemû serhildanên Kurdan ji bo wê rojê jî sêdare hate danîn. Em a niha hewl didin diyalogê pêş bixin û a niha diyalogek heye. Hemû serhildanên Kurdan li gel sêdareyan hatin bidawîkirin. Lê belê serhildana PKK’ê ya 52 salan a niha li ser maseyê li çareseriyê digere. Em ji bo vê yekê hewl didin. Ji ber wê yekê dersstandina ji dîrokê û girêdayîwê avakirina roja îroyîn girîng e.’’ Zubeyîr Aydar piştre ev hişyarî da: ‘’Nayê filan û filan wateyê. Ji ber ku em tiştên ku di paşerojê de rû dane tînin ziman, ev yek zirarê nade pêvajoya heyî. Yan jîem nabêjin ku îro pêvajoyek heye û em paşerojêji bîr bikin. Her tişt di nava rastiyekê de tê diyarkirin. Rastiya me ye û divê rûbirûbûna bi paşerojê re were kirin.’’
‘BILA HEMÛ KES BERÊ XWE BIDE MITÎNGA LI KOLNÊ’
Zubeyîr Aydar di dawiya axaftina xwe de têkildarî mitîngê ev bang kir: ‘’29’ê Hezîrana 2025’an. Em dixwazin bersivekê bidin sêdareyên ku 100 salan beriya niha li Qada Deriyê Çiyê a Amedê hatiye danîn. Yanî wê rojê ji bo Şêx Seîd û 47 hevalên wî sêdare hatin danîn. Hemû hatin darvekirin. Piştî 100 salan weke nevî û peyrewên wan, weke peyrewên wan ên ku xwedî îdîaya serkeftina wê dozê û çareserkirina wê ne em êli bajarê Kolnê bicivin. Ev ne damezirandin ûmitînga partiyekê ye. Ev bîranîneke şehîdan e. Mitînga bîranîna şehîdên sed salan beriya niha ye. Em hemû partiyên Kurdistanî, saziyan, şexsan û gelê xwe vedixwînin mitînga ku di 29’ê Hezîranê de li bajarê Kolnê were lidarxistin.’’