Serokê Emerîkayê li ser tora civakî ya Truth got, "EZ HEMÛYAN PÎROZ DIKIM! Îsraîl û Îran li hev kirin ku di nava 12 saetan de her tişt bêkêmasî û tev pêk bînin. Di dawiya vê demê de, wê şer ji binî ve bidawîbûyî were hesibandin!"
GELO DAWIYA FERMÎ YA ŞERÊ 12 ROJAN E?
Trump ragihand ku Îran dê agirbestê dest pê bike, Îsraîl dê 12 saetan şûnda bi heman rengî bersiv bide û şer dê di saet 24’an de bi fermî bidawî bibe. Trump, bang li aliyan kir ku aştîxwaz û rêzdar bimînin.
AGIRBEST WÊ ÇAWA PÊK BÊ?
Li gorî peyama Donald Trump daye, hate gotin ku agirbest wê roja Sêşemê saet 04:00’an de bikeve meriyetê û Îsraîl wê 12 saetan şûnda tevlî bibe. Lê belê, Wezîrê Derve yê Îranê Abbas Arakçi, şertek danî ku Îsraîl êrîşên xwe di saet 04:00’an bi dema Tehranê (00:30 GMT) de rawestîne.
TRUMP: GER B-2’YÊ NEBIYA AGIRBEST NE PÊKAN BÛ
Trump wiha got, “Eger ne ji jêhatîbûn û cesareta pîlotên me yên B-2’yê û her kesê beşdarî vê operasyonê bûye, me nedikarî peymana îro pêk bianiya.”
ÎRANÊ BERÎ ÊRÎŞÊ EMERÎKA HIŞYAR KIR, TRUMP SPASIYA WAN KIR
Donald Trump, diyar kir ku Îranê di bersiva êrîşa Emerîkayê ya li ser tesîsên nukleerî de fûze avêt baregeheke Emerîkî li Qeterê û got lê êrîş "pir qels" bû. Trump ji bo hişyariya pêşwext spasiya Îranê kir ku di encamê de ti qurbanî çênebûn.
BERIYA AGIRBESTÊ ÊRÎŞÊN LI BERAMBERÎ HEV
Berî agirbestê li Tehranê teqînên mezin çêbûn. Li Îsraîlê jî, ji ber fûzeyên Îranê çar kes mirin.
ÎSRAÎLÊ GENERALÊN ÎRANÎ HIŞYAR KIR: JI BO REVÊ 12 SAETÊN WE HEYE
Li gorî nûçeya Washington Post, Îsraîlê bi vîdyo û peyaman generalên Îranî hişyar kir û gotiye ku "di nava 12 saetan de divê birevin"; name li ber deriyên wan hatine hiştin û bi telefonê li wan hatiye gerandin.