Dadgeha Elman di doza ala YPJ'ê de biryar beraatê da

Di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de aktîvîstekê di xwepêşandana protestoyî de ala YPJ'ê vekiribû û ji ber vê yekê doz lê hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraatê hate dayin.

Lêpirsînên ku polîs û dozgerên Eyaleta Bavyerayê bi hinceta wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên PYD û YPG/YPJ'ê li aktîvîstên Kurd û Elman vedikin ji dadgehan vedigerin.

Aktîvîsteke Elman ku li Nurnbergê dimîne di xwepêşandana protestokirina Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de ku Sibata 2018'an pêk hat, ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ala YPJ'ê hilda bû.

Bi îdîaya 'propaganda PKK'ê kiriye' dozgeriya Munchenê lêpirsîn lê vekiribû. Rûniştina doza aktîvîst doh li Dadgeha Îdare ya Munchenê pêk hat. Dozgerî xwest, aktîvîsta ku navê wê nehate eşkerekirin ji ber ku sembolên qedexekirî hildaye bê cezakirin.

Rayedarekî Wezareta Karên Hundir jî weke 'şahid' li rûniştina dozê axivî û parastina sedema qedexekirina alên YPG/YPJ û PYD'ê kir. Rayedar diyar kir ku her sê organîzasyon ne qedexe ne, lê belê hildana sembolên wan qedexe ne. Serokê dadgehê jî pirsa 'Baş e çima PYD ne qedexe ye?' li rayedar kir.

Rayedarê Wezareta Karên Hundir jî diyar kir ku di vê mijarê de ew ê agahiyên berfireh nede û got, "Di nav meseleyê de lîstikên cuda hene." Rayedar her wiha diyar kir, xwepêşandana protestokirina Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê di nava "Teqwîma salane ya çalakiyan a PKK'ê ya Elmanyayê" de nîne, wê xwepêşandanê de wêneyên Ocalan, axaftinên li ser PKK'ê nehatin kirin, lewma hildana ala YPJ'ê bi tena serê xwe 'sûc' nîne.

Bi vê yekê re dadgehê biryara beraatê da û lêpirsîn betal kir.