ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi ser ETHA'yê de girtin: 7 kes hatin destgîr kirin
Polîsan bi ser Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de girtin, 7 kes desetgîr kirin. Her wiha malpera ajansê jî hate astengkirin. -
Weqfa jinan ji bo zarokan aktîvîteya firfirokan pêk anî
Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Hêlîn li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo zarokan duyemîn aktivîteya firfirokan li dar xistin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Marignanê hatin şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê Marignan ê Fransayê, êrîşên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê şermezar kirin. -
'Ev yek destketiyek e, lê encama dawî nîne'
Ji çalakgerên greva birçîbûnê Ûgûr Onûr diyar kir, encam serketineke bi têkoşînê jî be ev yek encama dawî nîne. -
ROJEVA 16'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 16'ê Hezîrana 2019'an. -
Polîsan avêtin ser buroya ETHA’yê
Polîsan avêtin ser buroya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) yê. -
HDP’ê komkujiya li dijî Suryaniyan şermezar kir
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera 104’an de komkujiya (Seyfo) li dijî Suryaniyan şermezar kir. HDP’ê diyar kir ku hişmendiya Enver Paşa hê jî didome. -
Temellî: Di 23’ê Hezîranê de tercîha gelê me diyar e
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî diyar kir ku ji bo hilbijartina Stenbolê ya 23’ê Hezîranê tercîha wan diyar e û got; “Em dixwazin di 23’ê Hezîranê de di sindoqê de demokrasî, aşitî, muzakera derbikeve.” -
Li Siwêregê pevçûna ser zeviyan: 6 kes mirin 5 kes birîndar bûn
Li Siwêregê du malbatan li ser erdan bi çekan li hev xistin. Di pevçûnê de 6 kes mirin û 5 kes birîndar bûn. -
Serlêdana hevdîtinê ya malbatan hate redkirin
Duh malbata Ocalan û 3 girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dabûn, serlêdana malbatan hate redkirin. -
Moodysê nota Tirkiyeyê anî B1’ê
Saziya qedemekirina krediye Moodysê nota Tirkiyeyê ji Ba3’yê anî B1’ê. -
Besê Erzîncan: Jin pêşengên civaka Netewa Demokratîkin
Endama Koordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan bû mevana bernameya Rojeva Jin ya Stêrk TV. Erzîncan got; “Ji nû ve avakirinê de rola herê bingehîn dikeve li ser milê jinê. Ji ber ku jin xwedî nirxên Neteweya Demokratîk in.” -
Yuksekdag: Berdêl çi dibe bila bibe…
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag a dîl hatiye girtin, diyar kir ku ti normên exlaqî yên vê desthilat nemane û got:“Heta pirsa Kurdan, pirsa demokrastiyê çareser nebe, ev doz dawî nabin. Ji bo gotina rastiyan berdêl çi dibe bila bibe ezê vebêjiim." -
Li Rihayê terora rejîmê: 5 kes hatin girtin
Daraza girêdayî rejîma AKP’ê, li Rihayê parvekirinên tevnên civakî kir hincet û ji 13 kesên hatibûn destgîrkirin, 5 kes girtin. -
Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
Malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. -
Wekîlê berê yê HDP'ê Ferhat Encu hate berdan
Parlamenterê berê yê HDP'ê Ferhat Encu ku ji aliyê dewleta Tirk ve hate dîlgirtin, hate berdan. -
Temellî: Dema wê rêxistiniyê ye ku welêt biguherîne
Hevserokê HDP'ê Sezaî Temellî diyar kir, pêdivî bi rêxistiniyeke wiha heye ku welêt biguherîne û bang li hêzên demokrasiyê kir ku tifaqê deynin. -
Kûbîlay ji bo hilbijartinên Stenbolê bang kir
Berdevkê HDP'ê Gunay Kûbîlay ji bo hilbijartinên Stenbolê banga dengdanê li hilbijêran kir. -
Peyama Ocalan a ji bo berxwedêrên greva birçîbûnê û rojiya mirinê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan: Helwesteke watedar û dîrokî dibînim ku we bi pêşniyara min dawî li greva birçîbûnê û rojiya mirinê anîn. Vê yekê gelekî hêja dibînim û spas dikim. -
Dadgeha Elmanyayê ji bo ‘Bijî Serok Apo’ biryara beraatê da
Par, ji bo ku di xwepêşandana ji bo şehadeta Mam Zekî hatî lidarxistin de dirûşmeya “Bijî Serok Apo” berz kiriye û ala YPG’ê rakiriye, darazgeriya Elmanyayê di derbarê aktivîsteke Kurd de lêpirsîn dabû destpêkirin. -
Li Elmanyayê wê 16'ê Hezîranê Festîvala Çand û Sporê pêk were
Ciwanên Kurd ên li eyaleta NRW a Elmanyayê wê 16'ê Hezîranê li Monchengladbachê Festîvala Çand û Sporê pêk bînin. Komîteya Amadekar a Festîvalê bang li ciwanan hemûyan û Kurdistaniyan kir ku tevlî festîvalê bibin. -
'Encam serketina berxwedana kolektîf e'
Çalakgerên ku demeke dirêj li girtîgehan li ber xwe dan dibêjin, encama ku derketiye holê berhemeke hewldana kolektîf e. -
Parlamenterê Swêdî: Dibe ku Erdogan êrîşî Rojava bike
Parlamenter û Berdevkê Polîtîka Derve yê Partiya Lîberal Fredrik Malm hişyarî da û got, beriya hilbijartinên Stenbolê Erdogan ji bo karibe dengên neteweperest û şovenan werbigire dibe ku êrîşî Rojava bike. -
ROJEVA 14'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 14'ê Hezîrana 2019'an. -
HDP: Di hilbijartina TBB’ê de neheqî li HDP’ê hate kirin
HDP’ê diyar kir ku di hilbijartina Yekîtiya Şaredarên Tirkiyeyê de (TBB) de neheqî li HDP’ê hatiye kirin.