Berxwedêrê greva birçîbûnê Tuzak rakirin nexweşxanê

Mele Mustafa Tuzak ku bi sê hevalên xwe yên berxwedêr re li dijî tecrîdkirin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Berlînê ketibû greva birçîbûnê îro, li Bochumê careke din rewşa wî giran bû û rakirin nexweşxanê.

Çar berxwedêrên Kurd Omer Bagdur, Cemal Kobanê, Şiyar Xelîl û Mele Mustafa Tuzak li paytexta Elmanya Berlînê li dijî tecrîdkirina Ocalan ketibûn greva birçîbûnê, 26’ê Gulanê bi banga Ocalan çalakiya xwe bi dawî kiribûn.

Ji berxwedêran Mele Mustafa Tuzak ê ku 134 rojan di greva birçîbûnê de mayî, ji ber xemsariya rayedarên tendirûstiyê yên Berlînê, piştî rojekê rakiribûn nexweşxanê û hatibû tedawîkirin. Tuzak îro, ji nexwaşxaneyê hatibû derxistin.

Tuzak ê li bajarê Duisburgê ji hêla gel ve bi coş hatî pêşwazîkirin, duh danê êvarê rewşa wî tenduristiyê giran bû li bajarê Bochumê rakirin nexweşxanê. Hate ragihandin ku Tuzak ê di grevê de 44 kîlo ji xwe kêm kirî, li ser kezeba wî ya reş girêyek çêbûye û wê heta demekê li nexweşxaneyê bê tedawîkirin.