Malbatan serdana goristanan kirin

Li gelek bajaran ji bo Cejna Remazanê serdana goristanan hate kirin.

Li bajarên Kurdistanê, piştî nimêja cejnê serdana goristinan kirin. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sîvîl, siyasetmedarên Kurd û malbat çûne ser gorên kesên ku di têkoşîna  azadî û demokrasiyê de şehîd bûne, dua û heviyên çareseriya demokratîk kirin. Di axaftinên de hate gotin, “Kesên ji bo azadiya gelê Kurd jiyana xwe ji dest dane, rûmeta me ne.”

Li Şirnex, Wan û Colemêrgê jî gel çû ser  gorên kesên ku di dema qedexeyên derketina kolan de şehîd bûbûn. Li ser goran dua hatin kirin û her kes dilzîz bû. Piştî serdana goran siyasetmedar û nûnerên rêxistinên sivîl cejna malbatan pîroz kirin. Malbat û siyasetmedaran hêviyên rojên azad û aştiyê kirin.

Piştî serdanên goran bernameyên pîrozkirina cejnê li avahiyên rêxistinên partiya HDP’ê yên bajaran hatin lidarxistin û gelek welatî beşdarî bername bûn.

STENBOL

Li Stenbolê di roja cejnê ya ewil de malbat çûne ser gorên zarokên xwe yên  ku  di têkoşîna azadiya  Kurdistanê de şehîd bûbûn.

Li Stenbolê, di roja Cejna Remezanê ya ewil de gorên kesên jiyana xwe di têkoşîna azadî demokrasiyê de dayîn hatin ziyaretkirin. Dayikên kesên ku jiyana xwe dest dayîn, serê sibê çûne ser goristanan û gorên zarokên xwe ziyaret kirin. Malbatên ku çûn Goristanên Sûltangazî, Ihlamûrkoyu ya Umraniyê, Kanarya ya Kuçukçekmece û Kayabaşi ya Arnavûtkoyê, li ser gorên zarokên xwe dua kirin.