ÎHD: Girtiyên li Herêma Çûkûrovayê baş nehatine dermankirin

Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê ya Şaxa Edeneyê binpêkirinên mafên girtiyên li girtîgehên Herêma Çûkûrovayê dawî li çalakiya grevên birçîbûnê anî bûn bi raya giştî re parve kir. Di rapora hate parvekirin de hate gotin ku girtî baş nehatine dermankirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan(ÎHD) a Şaxa Edeneyê rapora têkildarî rewşa girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmra 2 a Osmaniye, Girtîgeha Tî»a M a Ceyhan û Girtîgeha Tîpa Fe a Kurkçuler a Edeneyê amadekiribû parve kir. Di raporê de komîsyonê cih daye çavdêryên serdanên parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Bi Biryarên di Hikmê Qanûnê (BHQ) de hatiye girtin û Komîsyona Çavdêriyên Girtîgehan a Baroya Edeneyê a ji bo girtiyan.

Komîsyonê anî ziman ku hemû girtî bi kelepçeyan sewqî nexweşxaneyê hatine kirin, bi başî nehatine dermankirin. Komîsyonê ragihand ku heqaret û lê hatine dayîn.

Komîsyonê binpêkirina mafan wiha rêz kir:

* Piştî bidawîkirina grevê û şûnde li Ceyhan 8, li Kurkçuler 10, li Osmaniyeyê nêzî 40 kes bi komî bi giştî di nava 3 rojan de sewqî nexweşxaneyê kriine. Her wiha ji her sê girtîgehan girtiyên ku sewqî nexweşxaneyê nehatî kirin jî hene

* Piştî bi dawîkirina grevên birçîbûnê girtî hinek ji aliyê jendermeyên berpirs ên li derveyî girtîgehê, hinek li aliyê erkdarên tenduristiyê ya nexweşxaneyê ve bi zanabûn mafê wan hatine binpêkirin.

* Li Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2 a Osmaniyeyê girtiyên ji nexweşxaneyê hatine sewqkirin, bi seresere nêzîk bûne û baş nehatine dermankirin. Girtiyên ku nexweşiyên wan ên cuda hene ji aliyê doxtorên ve nehatine guhdarkirin, ev yek ji aliyê jendermeyên li gel ve hatiye gotin ku gazindên we yên têkildarî tenduristiyê doxtorên li vir eleqedar nake, derxistine derve. Girtî bi giştî 2 deqan li gel doxtorê li vir nemane.

* 11 girtiyên ku li girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya Osmaniyeyê dema sewqkirina Nexweşxaneya Dewletê ya Osmaniye roja 29’ê Gulanê Çarşem di navbera saet 09:0 û 11:00’an de, dema ku perestdarên erkdar di dosyayên wan zanîne sûc heye heqerat li wan kiriye û perestdaran îfadeyên “Van kuçikan ji bo tedawiyê tînin vir, li cihê ku bînin vir bila bibin veterînan’, dîsan ji aliyê perestdaran ve dema mînaka xwînê tê standin dersî bêyî kontrol û bi awayekî hişk li wan xistiye û ev pêkanîn li laşê girtiyan de şînahî çêbûye û ji aliyê me ve hatiye çavdêr kirin.

* Roja 27’ê Gulana 2019’an dema girtiyên ji Girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê sewqî nexweşxaneyê dikin tevî ku bi awayekî bê pirsgirêk di cîhaza X-ray re hatine derbaskirin, jendermeyan xwestiye ku devê xwe vekin û bi zorê devê wan hatiye vekirin. Girtiyan ev pêkanîna şikandina rûmetê qebûl nekirin û ragihande ku di van şert û mercan de çûyîna nexwşxaneyê red kirine li ser vê ji aliyê jendermeyan ve hatine derb kirin. Jendermeyan diyar kirin ku ferman ji aliyê wezaretê ve hatiye dayîn û di van şert û mercan de sewqa nexweşxaneyê pêk hatiye.

* Li girtîgeha Tîpa M a Ceyhanê; girtiyan daxwaza vekirina kelepçeyê kirine lê ji aliyê hekîm û jendermeyan ve ev rewş li pêş çavan nehatiye girtin, tenê girtî Şahîn Tan û Omer Tolûk kelepçeyên wan hatine vekirin û mûayine kirin, nîv serom dane wan, li bendê nemane ku serom bidawî bibe, ji girtiyên din re jî gotine ‘tedawî qebûl nekir’ girtename girtine û beriya ku mûayine wer kirin hemû şandie girtîgehê.

* Li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê jî; girtî Înan Akin roja 5’ê Çilye, girtiyên din jî 1’ê Adarê ve ji ber di girtîgehê de bûn tenê di dema sewqkirina nexwşexaneyê de tenê Înan Akin bi ambulansê, girtiyên din jî xwestine bi wesayîta rîngê bibin, lê girtî Înan Akin ev rewş qebûl nekir li ser vê ew bixwe jî bi rîngê brine nexweşxaneyê.

* Ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Osmaniyê ve, girtiyên dawî li greva birçîbûnê anîn ji girtiyên din cudatir, spiyatiya hêkê, şorbe, xoşav  û vîtamîn nehatiye dayîn, di roja 30-31’ê Gulanê de dema ku hekîm li kîlo û tansiyona girtiyan temaşe dikin tenê xwarin û vexwarina ku mama tê gotin dane wan, li girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê ji aliyê diyetsenan ve bernameyek hatiye amadekirin mama û vîtamin hatiye dayîn. Li her sê girtîgehan jî niha girtiyekî ku rewşa wî ya tenduristiyê xirab be, nîne.