Kongreya 'jinûve avabûna Dersimê' ava bû

Cemiyeta Jinûve Avabûna Dersimê, di kongreya xwe ya 5’an de biryar girt ku navê xwe bike ‘Kongreya Jinûve Avabûna Dersimê’. Hulya Yer û Alî Çatakçin bûn hevserokên kongreyê.

Cemiyeta Jinûve  Avabûna Dersimê, bi kongreya xwe ya 5’an navê xwe guhert û kir ‘Kongreya Jinûve  Avabûna Dersimê'. Di kongreya roja yekşemê de ku li Navenda Çanda Elewiyan (AKM) a Oberulsen a navçeya Frankfurt a Elmanyayê pêk hat, Hulya Yer û Alî Çatakçin bûn hevserokên kongreyê.

Di kongreyê de şehîdên şoreşê hatin bibîranîn û peyama xwedîderketina têkoşîna wan hate dayîn. Di destpêka kongreyê de hevserokê kongreyê Alî Çatakçin axivî, diyar kir ku li Dersimê gelek sazî hene û divê ji bo xebata ji nû ve avakirina Dersimê cêwaziyên bîrdozî deynin aliyekê û bi nasnameya Dersimê tevlî xebatan bibin. Çatakçin got, “Em kongre ne, ne partiyek in. Em Qizilbaş in, Elewî ne, Kurd in. Nasname û xwemaliya me Dersimiyan ev e.”

Piştî wê rapora xebatan hat xwendin û rexneya ku di xebatan de ciwan kêm dimînin, hat kirin.

Di kongreyê de rojnameger Erdal Er jî axivî û got, “Li Dersimê komkujî didome. Em hê nikarin bi çand, bawerî û zimanê xwe bijîn, di vê mijarê de pirsgirêkên micid hene. Lewre ji bo ji nû ve avabûnê xebateke xurt pêwîst e.”

Serokê Navenda Lêkolînên Dersimê Huseyîn Ayrilmaz, di kongreyê de axivî û bal kişand rola dewleta Elmanyayê ya komkujiyê ku bi belgeyan derketî holê û diyar kir ku hê gelek tiştên nehatî zelalkirin hene.

Parlamenterê HDP’ê yê Dersimê Alîcan Onlu axivî û got, “Dema Dersim tê gotin, em tenê Seyîd Riza, Mûnzûrê bînin bîra xwe wê kêm bimîne; divê em Elîşêr ji bîr nekin.”

Di kongreyê de gelek kesayetî û nûnerên saziyan axivîn û bal kişandin li ser girîngiya ji nû ve avabûna Dersimê.

Di beşa duyemîn a kongreyê de serokê rûmetê yê Cemiyeta Ji Nû Ve Avabûna Dersimê Haydar Işik bi telefonê tevlî kongreyê bû û pêkhateya kongreyê silav kir. Işik diyar kir ku ji delegasyona kongreyê bawer e ku wê xebateke serkeftî bimeşîne.

Di kongreyê de rêveberiya nû ya ji 13’an kesan pêk dihat, hat hilbijartin û 19 kes jî ji bo Desteya Şêwirmendiyê hat hilbijartin. Di kongreyê de biryar hat girtin ku navê Cemiyetê bibe Kongreya Ji Nû Ve Avabûna Dersimê û Hulya Yer û Alî Çatakçin bûn hevserokê kongreyê.