Karsazên Kurd Bûldan, Karay û Yildirim hatin bibîranîn

Karsazên Kurd Savaş Bûldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku ji aliyê dewleta Tirk ve hatibûn qetilkirin, li ser gora xwe hatin bibîranîn.

Beriya 25 salan hêzên dewleta Tirk karsazên Kurd Savaş Bûldan, Adnan Yildirim û Haci Karay li oteleke ya Yeşîlkoy a Stenbolê revandibûn û piştî 2 rojan 3’ê Hezîrana 1994’an cenazeyê wan hatibûn dîtin. Karsazên Kurd li ser gorên xwe yên li Avcilarê hatin bibîranîn. Malbatên Bûldan, Karay û Yildirim, Hevserokên HDP’ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî, rêveberên HDP’ê yên bajêr û navçe, Dayikên Şemiyê, Dayikên Aşitiyê û gelek kes beşdarî merasîma bibîranê bûn.

Birayê Adnan Yildirim Nîhat Yildirim axivî û got; “Armanca wan di şexsê faîlên nediyar de tepisandina gelê Kurd bû. Heta ku edalet pêk neyê em ê dev ji doza xwe bernedin.”

TEMELLÎ: EGER EDALET PÊK NEYÊ WÊ EV ÊŞ BIDOMIN

Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî diyar kir ku edalet nayê veşartin, divê heqîqet û edaletê pêk bînin û wiha domand; “Eger em bi van êşên xwe re rû bi rû nebin, eger em heqîqet û edaletê neînin ba hev wê ev êş bidomin.”

BÛLDAN: DEWLET WÊ LÊBORÎN BIXWAZE

Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan jî ev tişt gotin;

“Mixabin mirovên ku beriya 25 salan weke îro ev hersê mirov ji nav me birin, komkujî pêk anîn hê di nav me de ne. Em dizanin ku em li welatekî ku daraz, edalet û hiqûq nîne dijîn. Têkoşîna me ya 25 salan a wijdan, têkoşîna edalet û hiqûqê mixabin li vî welatî tu caran pêk nehatiye. Qîrîna wijdana me, lêgerîna edalet û hiqûqê her tim li dîwaran ket. Kesên ev komkujî pêk anîn ji aliyê dewletê ve hatin parastin û veşartin. Lê hertim ev tişt gotin ‘erê ev komkujî me kir. Li ser navê dewletê, li ser navê bekaya welat em ev komkujî kir’.

(...) li pey xwe Hêlîn, Enes û Zelal hiştin. Zarokên ku bê bav mezin bûyîn hiştin. Malbatên bi êş li pey xwe hiştin. Dibe ku ew jiyana xwe bidomînin. Lê em ê têkoşîna xwe her demê bidomînin heta ku edalet pêk were. Heta ku hiqûq pêk were. Heta ku kesên bi wijdan li vî welatî hiqûqê pêk bînin wê ev têkoşîn bidome. Deynê lêborînê yê vî welatî û vê dewletê heye. Heta ku lêborîn neyê xwestin wê ev têkoşîn bidome.”

Merasîma bibîranê bi xwendina diayan bi dawî bû.