Li Sûdanê di qetlîamê de herî kêm 35 kes mirin

Li Hartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, rêveberiya darbeya leşkerî êrîşî gel kir ên ku çalakiya rûniştinê li dar dixistin. Di êrîşê de herî kêm 35 kes mirin.

Komîteya Navendî ya Bijîşkên Sûdanê diyar kirin ku di êrîşa li ser çalakiya rûniştinê de herî kêm 35 kes mirine û bi sedan kes birîndar bûne.

Piştî ku dîktatorî ji aliyê tevgera gel hatibû hilweşandin Konseya Leşkerî dest danîbû ser rêveberiyê û êrîşî gel kiribû. Yekîtiya Ewropayê, DYE û Brîtanyaya Mezin ev êrîş şermezar kiribûn.

Artêşa Sûdanê piştî êrîşî çalakiya rûniştinê kir, hemû peymanên heta niha betal kirin û diyar kirin ku di nava 9 mehan de wê hilbijartineke nû li dar bixin.

General El Bûrhan soz da ku wê derbarê qetlîama roja Duşemê lêpirsînê bidomîne. General red kir ku bi darê zorê ew çalakiya rûniştinê nehatiye belavkirin.

Di navbera Tevgera Azadî û Guherînê û Konseya Demdemî ya Leşkerî de, derbarê hin xalan peyman hatibû îmzekirin lê derbarê tevlêbûna di rêveberiyê de li hev nekiribûn.

Tevgera Azadî û Guherînê piştî van êrîşan banga çalakiyên aştiyane kiribû û hemû têkiliyên xwe yên bi Konseya Leşkerî re qut kiribû.