Di meha Gulanê de çi hate serê rojnamegeran?

Înîsîyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora meha Gulanê eşkere kir. Li gorî raporê di meha Gulanê de 6 rojnameger hatine destgîrkirin û 2 rojnameger jî hatine girtin.

Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) rapora Gulanê ya binpêkirina mafên rojnamegeran bi raya giştî re parve kir. ÎRA, anî ziman ku politîkayên tundiyê ya Îktîdara AKP'ê ya li ser medyaya ku serî natewîne bi rê û rêbazên cuda didome. 

Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad (ÎRA) da zanîn ku dixwazin ku qedexeya li ser weşanan, cezayê li rojnamegeran tê birîn, dozên ten vekirin, destgîrkirin û girtin bi dawî bibin û wiha lê zêde kir: "Li gorî vê yekê di çarçoveya niqaşa “Reforma Darazê" de divê meseleya “azadiya çapemenî û îfadeyê" li gorî reforma esasî bê rastkirin û bi zagonan bê mîsogerkirin. Li gorî vê yekê divê berî her tiştî 157 hempîşeyên me yên rojnameger ku girtî ne, bên berdan. Divê hemû rojnamegerên tên darizandin, darizandina wan bi dawî bibe. Di vê mehê de li 9 rojnamegerên Azadiya Welat û bi tevahi li hemû xebatkarên wê lêpirsîn hatin vekirin. Em di serî de dixwazin lêpirsîna ku li Xwediye Îmtîyazê yê Rojnameya Azadiya Welat, 4 midûrên nivîsê, edîtor, nivîskar, belavkar, ajokar û nanpêjê wê hatiye vekirin betal bibe. Lêpirsîna li rojnameger û edîtorên Azadiya Welat, Bişar Tûrgût, Mehmet Çetîn Altûn, Metîn Gul, Ferît Koyluoglû, Îsmaîl Çoban, Yildirim Temel, Zeynel Abîdîn Bûlût, Zafer Tuzun, Rojhat Bîlmez hatine vekirin bi dawî bibe." 

Binpêkirina mafên rojnamegeran a Meha Gulanê wiha ye: 
157 rojnameger di girtîgehê de ne 
6 rojnameger hatine desgîrkirin
Derbarê 9 rojnamegeran lêpirsîn hatiye destpêkirin
44 rojnameger hatin darizandin. 
Li 10 rojnamegeran ceza hate birîn. 
2 rojnameger hatin girtin. 
40 caran zext li rojnamegeran hatin kirin. Wêne, dîmenên ku wan qeyd kiribû, hatin desteserkirin. 
Êrîşî 5 rojnamegeran hate kirin.
2 rojnameger hatin berdan."