ÎHD'ê rapora Girtîgehên Entalya û Elanyayê aşkere kir

Komîsyona Hiqûqê ya Şûbeya Entalyayê ya ÎHD'ê rapora têkilî girtîgeha Entalya û Elanya aşkere kir.

Komîsyona Hiqûqê ya Şûbeya Entalyayê ya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) bi girtiyên Girtîgeha Tîpa L'yê ya Entalyayê re, ku grev qedandibûn, hevdîtin kir û têkilî binpêkirina raporek hazir kir. Komîsyonê diyar kir piştî ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê hatiye qedandin ew çûne Girtîgeha Entalya û Elanya ya Tîpa L'yê û algorîtmaya Yekîtiya Odeya Tabîban ji nexweşxane û girtîgehan re şandine.

'LI GEL PROBLEMÊN GIRAN JÎ DOKTOR JÎ NEDÎTIN'

Komîsyonê got rewşa girtiyên bi navê Hacîre Çay û Gurbet Ozturk ku li Girtîgeha Tîpa L'yê ya Entalyayê dimînîn ji mêj ve ye giran e. Di rapora komîsyonê de hate gotin wan hesab kirine ku wê Hacîre û Gurbet li nexweşxanê razînin lê dema ku wan bi malbatên wan re têkilî danîne, hîn bûne ku du girtî birine Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Entalyayê, tenê xwîna wan hatiye standin, doktor jî nedîtine, bi rîngê wan birine û li nezaretxaneya sar ew dane sekinandin.

Bi berdewamî hate gtin 27'ê Gulanê hemû girtiyên jin ên ku ketibûn grevê birine Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê, beşa serwîsa acîl, li nexweşxanê demeke dirêj li nezaretxaneyên sar hatine hiştin, piştî ku xwîn wan hatiye sandin ew dîsa vegerandine, 30'ê Gulanê dîsa ew birine nexweşxanê, beşa Dahiliyê lê vê carê doktoran tenê pirs kiribe bê ka pirsgriêka wan çiye, gotine di tehlîlanên wan de, yên xwînê ti pirsgirêk tine û ew li nexweşxanê vegerandin.

Di raporê de li ser Gurbey Ozturk hate gotin piştî qedandina grevê bi heftiyekê jî dilê wê dixeliye, vedireşiya û xwîn ji roviyê wê diçû.

Hate diyarkirin ji bo girtiyên ku dikarin xwarinê bixwin tenê petatên kelandî û hêkan didin wan, rêveberiya girtîgehê şînîyên kelandî, mirîşk-goşt nade, pêdiviyên wan ên ji kantînê jî nayên bicihkirin.

'PIRANÎ RANEKIRIN NEXWEŞXANEYÊ'

Komîsyonê got ji 36 girtiyên ku ketibûn greva birçîbûnê, tenê 6 girtiyên li koxuşa B-11'ê diman, rakirine nexwşexanê, tenê tehlîla xwîna wan hatiye kirin. Komîsyonê got, ''Li koxuşa E 7'ê ku 21 kes di grevê de bûn kesek nebirine nexweşxanê, ji hêla doktoran ve nehatine mieyenekirin, tenê ji revîrê xwîna wan hatiye standin û ji bo tehlîlê şandine.

Li ser rewşa girtiya bi navê Hacîre Çay jî hate gotin, hê jî sergêjînek pê re çêdibe, girtiyên jin ên ku 4 mehan di grevê de mane û nexweşiyên giran bi wan re hene, li gorî giranbûna rewşa wan kontrolên girîng nehatine kirin û tedawiyên wan nehatine kirin.