ROJEVA 4'Ê HEZÎRANÊ

Rojeva Navenda Nûçeyan a 4'ê Hezîrana 2019'an.

- Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, didome. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê ne.

- Ji Dayikên Plaza de Mayo Nora Morales Cortinas diyar kir, dilsoziya Leyla Guven a bi têkoşînê re gelekî bandor li wê kiriye û got, ew gelekî ji gelê Kurd hez dike.

- Endamê Komîsyona Windahiyan a ÎHD'ê Şaxê Amedê Adnan Orhan, qala windakirina di dema destgîrkirinê de ya bav, ap û pismamê xwe kir.

- Hatîce Saygin destmalên ku bi xwe çêdike her hefte li bazarê difiroşe û debara xwe pê dike. Saygin dibêje, "Ji bilî xwe jin nikare pişta xwe bide kesî. Bixebitin û bi xwe pereyê xwe qezenç bikin."

- Piştî hilbijartinên Parlamenta Ewropayê, li Îtalyayê krîza navbera partiyên koalîsyonê zêde bû. Niha jî îstifaya Serokwezîr Conte di rojevê de ye.