Malbat ber bi Îmraliyê ve bi rê ketin

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û xizmên 3 girtiyên din ên li Îmraliyê, ji bo hevdîtina cejnê berê xwe dan Îmraliyê.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, ji bo bi wesîleya cejnê biçe Îmraliyê bi rêya parêzerên xwe roja Înê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da. Xizmên girtiyên din ên li Îmraliyê; birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim, birayê Omer Hayrî Konar Emîn Konar û xwişka Veysel Aktaş Sabîha Aslan jî bi rêya parêzerên xwe serî li dozgeriyê dan ku hevdîtinê bikin.

Piştî ku Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bersiveke erênî da, malbat serê sibehê çûn Qereqola Jendermeyan a Gemlîkê û ji wir jî berê xwe dan Îmraliyê.