Ji bo darezandina DAÎŞ’iyan li Stockholmê civînek hate kirin

Pisporên ji 11 welatên Ewropayê, bi armanca darezandina çeteyên DAÎŞ’ê yên li Rojava di destê YPG’ê de gotûbêj bikin, li paytexta Swêd Stockholmê civînek lidarxistin.

Wezîrê Karê Hundir ê Sêwdê Mîkael Damberg di nava meha borî de ji bo li kû çeteyên DAÎŞ’ê bê darezandin bi hinek rêveberên welatên Ewropayê re civiyabû, pêşniyara civînekê kiribû.

Civîna îro li Stockholmê pêk hat, pisporên ji Norweç, Fînlandiya, Danîmarka, Avûstûrya, Elmanya, Fransa, Belçîka, Holanda, Swêd û Îngilîstanê dîsa rêveberên ji Ûnîtad ên girêdayî Yekîtiya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî jî tevlî bûn.

Damberg li civînê ji çapemeniyê re axivî, diyar kir ku ji bo yên li Iraq û Sûriyeyê zilmek mezin kirin derkevin pêşberî dadgehê, tişta ji destê wan bên wê bikin.

Damberg destnîşan kir ku divê kesên di şer de êşkence, qirkirin, sûcên terorê, sûcên şer û pêkanînên der mirovî kirîn bê sûc nemînin û got: “DAÎŞ jin weke koleyê cinsî bikar anî û bi hovane nêzî mirovan bûn” bal kişand ser qetilkirina bi hezarna kesî yên welatiyên Ewropî.

Damberg bibîr xist ku ji bo sûcdar bên dadgehkirin li gelek welatan gotûbêj didomin, piştre jî gelek welat di asta netewî û navneteweyî de ewlekariyên li dijî terorê li ber çavan re derbas kirin.

Hate diyarkirin ku Swêd ji bo xwe gihandina şahid û delîlan hê hêsanîtir e, li gel wê yekê ye ku dadgehênb navneteweyî û mekanîzmaya darezandinê li herêmên ku sûc lêhatîkirin bê kirin e.

Damberg anî zina ku Swêd ne tenê DAÎŞ, yên li Iraq û Sûriyeyê sûcên şer kirî , hemû  alîgir di dadeheke navneteweyî de bên darezandin, dîsa bal kişand ku rejîma Sûriye ya ku ji aiyê Serok Dewletê Rûsyayê ve tê destekkirin derxistina pêşberî dadgehê  wê ne pir hêsan be.

Damberg da xuyakirin ku Swêd ji sala 2014’an û vir ve li dijî terorîzmê gelek ewlekarî girtiye, yên tevlî terorê bûne krîmînalîzekiriye, diyar kir ku Swêdê amadekariyên derxistina du yasayên nû dike û ev got:

 “A yekem welatiyên Swêdê wê mimkûn bibe ku bide welatên ji derveyî welatên Ewropî. Niha em dikarin sûcdaran radestî welatên Ewropa û Îskandinavya dikin. Ya duyemîn Swêd dikare di derbarê sûcdaran de agahî û delîlan bide aktorên derveyî welatan.

Damberg anî ziman ku Swêd ji bo darezandina kesên tevlî DAÎŞ’ê bûne di dadgehe navneteweyî de û bi pêkhatineke mekanîzmayeke hiqûqî bê darezandin di nava hewldanan de ne û got: “Ji bo pêkhatina edaletê, divê mekanîzmayeke bê avakirin.”

Damberg got, çêkera ku were avakirin wê darizandina yên ku li Iraq û Sûriyeyê sûc kirine bike. Damberg diyar kir ku civîn wê piştî nîvro bidome û ew bixwe wê roja Înê bi wezîrên karên navxweyî yên welatan re li Lûxembûrgê bicive û rewşê binirxînin.

Damberg bi domdarî got, Hollanda wê di civîna meha Îlonê ya Konseya Ewlehiay Netewên Yekbûyî li New Yorkê de konferansa ku dadgeha navnetewî gotûbêj bike pêşniyar bike.

Li Swedê hemû partiyên ku di nava wan de Partiya Çepgir jî heye dixwazin endamên DAÎŞ’ê li Rojhilata Navîn di dadgeheke navnetewî de werin darizandin.

Têkildarî mijarê Parlamentera Partiya Lîberal û Berpisê Polîtikaya Derve Fredrîk Malm bersiv da pirsên me û got; “Daxwaza rêveberiya xweser a Rojava ya şadina endamên DAÎŞ’ê yên ji welatên ku hatine bi fêhmdarî pêşwazî dikin.”

Malm bi domdarî wiha got; “Ez difikirim ku ya herî bi aqil ev kesên we derkevin pêşbarî darazê û bên cezakirin. A pirsgirêk ev wê li kû û ji aliyê kê ve werin darizanidn. Xuya dike ku avakirina dadgehekî navnetewî ne mimkûn e. Rîsk heye ku Kurd DAÎŞ’iyan demek dirêj di destê xwede negrin û berdin. Yên li Sûriyeyê dimînin dibe ceza negrin. Yên ji bo Iraqê werin şandin piranî wê bên darvekirin. Piraniya welatên Ewropayê naxwazin vana bigrin.”

Malm got yasayên diyar ên li Swedê ne têrkerin ku ceza bidin endamên DAÎŞ’ê û wiha domand; “Qanûnên me DAÎŞ’iyên ku çûne li wir şifêrtî yan jî xwarinpêş be cezayê nade wan. Ev pirsgirêkeke mezin e. Li aliyê din zarokên DAÎŞ’iyan jî pirsgirêke. Divê zarokên ku dayik û bavê wan nînin ên hemwelaityên Swedê bînin vir û li gel malbtên parastinê bicih bikin. Zarokên ku dayik û bavê wan sax divê ji wan re girtin bi rêya sziyên xizmeta civakê ji malbatên guncaw re werin dayin. Em Partiya Lîberal wiha difirkirin. Bawerim partiyên din jî wiha difikirin.”

Malm got, DAÎŞ’iyên ku ji Sûriye û Iraqê vegeriyan Swedê ji bo civakê gefeke mezin ava dikin û wiha domand; “Di demên dawî de me çend mînakên vê dîtin. Yên paşve hatine cinayetê dikin. Yek din ji ber sûcê diziya bi çek hate girtin. Evane kesên krîmînalên giran û terorîst in. Ez bawerim ku Polîsên Ewlehiya Swedê wê van kesan bişopînin.”

Li gorî polîsê Ewlehiya Swedê nêzî 300 cîhadîst beşdarî nava refên DAÎŞ’ê bûn. Ji vana nivê wan paşve vegeriyan. Tê texmin kirin ku di destê hêzên YPG’ê de nêzî 50 welatiyên Swedê hene.