ROJANE
Hemû Nûçe
-
Temellî: 23'yê Hezîranê em ê pirtir biçin ser sendoqê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, hilbijêrên HDP'ê li dijî faşîzmê 23'yê Hezîranê wê zêdetir biçin ser sendoqê. -
'Xwedîderketina li Rêbertî xwedîderketina li mirovahiyê ye'
Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê di hefteya 365'an de ye. -
Li Monchengladbachê tûrnûvaya bîranîna şehîdên meha Gulanê
Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Monchengladbach ê Elmanyayê Festîvala Çand û Sporê pêk anî. Di tûrnûvaya futbolê de tîma Azadî Wuppertal bi ser ket. -
Li Limassolê bîranîna şehîdan
Li Navenda Çanda Kurd a Theofilosê ya li bajarê Limassol ê Qibrisê, Şehîd Xemgîn Setkar (Abdullah Temel) hate bîranîn. -
'HDP wê careke din bi AKP'ê bide windakirin'
Hevberdevkê Herêma 1'emîn a HDK'ê Koray Turkay got, stratejiya HDP'ê rast e û wê li Stenbolê careke din bi AKP'ê bidin windakirin. -
ROJEVA 18'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 18'ê Hezîrana 2019'an. -
Li Edeneyê terora dewletê: 7 jê zarok 35 kes hatin destgîrkirin
Polîsên Tirk li 4 bajaran ku navenda wê Edeneye bi ser gelek malên HDP’yiyan de girtin û herî kêm 35 kes destgîrkirin. -
Temellî: Em ê 23’yê Hezîranê bersiva bidin dijminê kedê û şer
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê bi karkeran re civiya got: “Em ê li ser sindoqan bersivê bidin dijminên kedê û şer.” -
Olûç: AKP zîhniyeta 'bicehimin' didomîne
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç got, "Di navbera zîhniyeta 'bicehimin biçin' a 31'ê Adarê û 'em ê rojhilatê Firatê paqij bikin' de cudahî nîne." -
20 saliya KNK'ê li Stockholmê hate pîrozkirin
20 saliya damezrandina KNK'ê li paytexta Swêd Stockholmê bi resepsiyonekê hate pîrozkirin. -
Li peravê Bodrûmê 8 koçberan jiyana xwe ji dest dan
Li peravê Bodrûmê ku li başûrê rojava yê Tirkiyeyê ye keştiyeke koçber tê de bûn noq bû. Di bûyerê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Li Fransayê ji ber zîpikê kesek mir
Li Fransayê dawiya hefteyê ji ber zîpikê kesek mir û xisareke madî rû da. Hikumetê rewşa afetê ya xwezayî ragihand. -
Sipri: Li dinyayê çekên nukleerî kêm in, lê hîn modern in
Enstîtuya Lêkolînên Aştiyê ya Navneteweyî (Sipri) ragihand, li dinyayê çekên nukleerî di nava vê salê de kêm bûne, lê yên heyî hîn modern in. -
Li Edeneyê gelek ciwanên HDP'î hatin destgîrkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî de ku navenda wê Edene bû û li çar bajaran hate meşandin, gelek kesên endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Edeneyê hatin destgîrkirin. -
Partiya Maoîst Komunîst: Em li dijî dagirkeriyê derkevin!
Buroya Siyasî-Komîteya Navendî ya Partiya Maoîst Komunîst (MKP) li dijî êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê bang kir ku piştgiriya bi neteweya Kurd re bê xurtkirin. -
Li Freiburgê tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna şehîdan
Li bajarê Freiburgê bi beşdariya 13 tîmên futbolê tûrnûvaya futbolê ya ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê pêk hat. -
Li Neu-Munsterê kongreya Komeleya Dostaniya Kurd-Elman
Li bajarê Neu-Munster ê Elmanyayê Komeleya Dostaniyê ya Kurd-Elman kongreya xwe ya salane pêk anî. -
Li Swêdê sê 'Kevirên Hilkumînê' hatin bicihkirin
Di dema Şerê Dinyayê yê Duyemîn de ji bo bîranîna sê penaberên ku Swêdê ji bo mirinê ber bi Elmanya Nazî ve şandibû li sê taxên Stockholmê sê 'Kevirên Hilkumînê' hatin danîn. -
ROJEVA 17'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Hezîrana 2019'an. -
Temellî: Bi têkoşîna hevpar em dikarin bloka faşîst têk bibin!
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî got, "Rêya têkbirina bloka faşîst, têkoşîna hevpar a li dijî desthilatdariyê ye." -
HDP: ETHA bi zextan ji ya xwe nayê xwarê
HDP li dijî destgîrkirina xebatkarên ETHA'yê daxuyanî da û got, ''Nûçegihanên ETHA'yê, li gel hemû gefxwarinan jî ji pîşeya xwe nehatina xwarê''. -
Zekî Şengalî li Hildesheimê hate bîranîn
Endamê Koordînasyona Êzidî Zekî Şengalî ku 15'ê Tebaxê li Şengalê ji ber êrîşa dewleta Tirk jiyana xwe ji dest da, li bajarê Hildesheim ê Elmanyayê hate bîranîn. -
Elman li ber SPD'ê dikevin
Sosyal demokratên Elman li gorî anketên dawî 11 ji sedî yê rêjeya dengan werdigire û di nava rêza partiyan de dadikeve rêza çaran. Eşkere bû ku 60 ji sedî yê Elmanan li ber vê rewşa SPD'ê dikevin. -
Bi ser ETHA'yê de girtin: 7 kes hatin destgîr kirin
Polîsan bi ser Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) de girtin, 7 kes desetgîr kirin. Her wiha malpera ajansê jî hate astengkirin. -
Weqfa jinan ji bo zarokan aktîvîteya firfirokan pêk anî
Weqfa Jinên Azad a Navneteweyî û Wexfa Hêlîn li bajarê Den Haag a Hollandayê ji bo zarokan duyemîn aktivîteya firfirokan li dar xistin.