ROJEVA 5'Ê HEZÎRANÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2019'an.
Rojeva Navenda Nûçeyan a 5'ê Hezîrana 2019'an.
- Endamê Komîteya Gel û Baweriyan a KCK'ê Cîhan Eren diyar kir, Serokkomarê Tirk Erdogan munafiqekî zalim e û bang li Misilmanan kir ku nebin hevparê wan.
- Di dema Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de aktîvîstekê di xwepêşandana protestoyî de ala YPJ'ê vekiribû û ji ber vê yekê doz lê hatibû vekirin. Di dozê de biryara beraatê hate dayin.
- Reyhan Gun, dikana xwe ya li Meletiyê veguherandiye mîna navendeke xweza û çandê. Gun 17 sal in debara xwe bi vî rengî dike.
- Ciwan Zaza li herêma Çêrmeyê Tîrmeha 2007'an di şer de birîndar bû û heta sibehê bi birîndarî şer kir, gihîşt asta şehadetê. Hevalê wî behsa wî kir û got, "Ji aliyê ruhî ve em nikarin ji şehîdan qut bibin, qutbûn û jibîrkirin xiyanet e."
- Li Sudanê piştî darbeya leşkerî alozî û rageşî naqede. Piştî 9 mehan biryara hilbijartinê hat girtin. Li hemberî vê welatên Ewropayî, banga ‘avakirina hikumeteke sivîl’ kirin.
- Sosyal demokratên Elman ku piştî têkçûna hilbijartinên Parlamenta Ewropayê seroka partiyê îstifa kir, ji bo rêveberiyeke baştir li ser modela hevserokatiyê nîqaşan dikin.
- Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras diyar kir, hilbijartinên giştî yên berî dema xwe wê li şûna Cotmehê di 7'ê Tîrmehê de pêk werin.