Baroya Rihayê: 4 sal in êşkence bi sîstematîk tê kirin

Baroya Rihayê piştî êşkenceya li navçeya Xelfetî ya Rihayê raporek weşand û ragihand ku ji sala 2015’an û vir ve êşkence li herêmê bi sîstematîk tê kirin.

Baroya Rihayê li ser îdîayên êşkence ya piştî şerê 18’ê Gulanê li taxa Derto ya navçeya Xelfetî ya Rihayê li ser kesên hatibûn destgîrkirin û şûnde raporek weşand.

Serok Abdullah Oncel bal kişand êşkenceya li Şaxa TEM’ê ya piştî paketa Serokkomar Erdogan a ‘reforma darazê’ û şûnde pêk hatiye.

Oncel got: “Di demekê de ku serxwebûna darazê li bin lingan e, helwesta dadgeh û darazê ya li hemberî êşkenceya li Rihayê nîşaneya herî vekirî ya neserbixwebûna darazê ye.”

Piştî vê daxuyaniyê û şûnde rapora li ser êşkenceyê hatibû amadekirin li Navenda Mafê Mirovan a Baroya Rihayê bi çapemeniyê re hate parvekirin.

Piştî şerê li Xelfetiyê û şûnde 51 kes li navçeya Xelfetî û Hewêgê hatibûn destgîrkirin û nêzîkatiyên der mirovî û êşkence lê hatibûn kirin.

Di raporê de cih hate dayîna bûyer û êşkenceyên li Emniyeta Rihayê hate kirin. Di raporê de ev tişt hate gotin: “Ji sala 2015’an û vir ve li bajarê me êşkenceyeke bi awayê sîstematîk di dewrê de ye.”

Di raporê de tê ragihandin ku sîstematîkbûna êşkenceya heyî ji 22’yê Tîrmeha 2015’an a li Serêkaniyê bi kuştina 2 polîsan û şûnde destgîrkirin destpê kirine.

Di raporê de têkildarî lêkolînên dawî yên li Taxa Dergîlî ev tişt hatin gotin;

“Hem daxuyaniyên welatiyên gund û mexdûrên ku dema destgîrkirinê de muameleya xiran li wan hatin kirin, ji ber tîm û wesayîtên sivîl ên li gund digerin û nuqteyên kontrolê reşwekî bi tirs û rageşî heye. Kesên hatine berdan ragihandin ku nikarin li malên xwe jî bimînin. Şopên xwînê yên li diwarên baxçeyê, yên li gel wê ji aliyê hemû heyetên ve hate çavdêr kirin. Mexdur G. A dema qala tiştên jiyane dike hê jî çavê wî tijî girî dibe û bi israrî ragihand ku tiştên bûyî heq nekirine. Hem tiştên bixwe jiyane û tiştên bûye şahidiya wê bi berfirehî gotiye.”

Di raporê de bi taybet ev testpît balê dikêşe; “Li ser serlêdana 51 xizmên mexdur/ mexduran ên li Navendên Mafên Mirovan a Baroya Rihayê, hevdîtina raste rast, raporên edlî, vegotinên berfirehî, çavdêrî û lêkolînan; kesên hatine destgîrkrin êşkence û muameyelya xirab li wan hatiye kirin.”