Nûçeya Lezgîn: Stêrk TV û Medya Haber: Serdegirtin korsanwarî û komplo ye, wê nikaribin bêdeng bikin!

Nobeda Azadiyê 363 hefte ne didome

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, didome. Nobedarên vê hefteyê Kurdistaniyên ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatine.

Çalakiya 'Nobeda azadî ji Ocalan re' ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasbourg ê Fransayê pêk tê, di hefteya 363'an de ye. Heftane komek ji devereke cuda ya Ewropayê tevlî çalakiyê dibe.

Nobedarên hefteya derbasbûyî koma ji bajarê Mainz ê Elmanyayê bû. Vê hefteyê jî Abbas Karataş, Alî Ûmût û Alî Dayi yên ji bajarê Frankfurt ê Elmanyayê hatin, nobedê didomînin. Komeke duyemîn a ji 4 kesan a ji bajarê Frankfurtê hatiye wê tevlî nobedarên vê hefteyê bibe.

Bi navê çalakgerên vê hefteyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, heta ku Ocalan azad nebe wê qîma xwe bi ti gotin û daxuyaniyê neynin. Çalakgeran ji CPT û saziyên din ên pêwendîdar re gotin, ji bo aştî û demokrasî li Rojhilata Navîn pêk were, divê Ocalan azad bibe.

Nobeda 'Azadî ji Ocalan re' 25'ê Hezîrana 2012'an dest pê kir. Heta niha zêdeyî du hezar kes tevlî vê çalakiya demdirêj a Kurdên li Ewropayê bûne.