HDP’ê qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir

HDP a qetlîam û hewldana darbeyê ya li Sûdanê şermezar kir got: “Qetilkirina 13 welatiyên sivîl şermezar dikin, hewldana darbeyê jî red dikin.”

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a daxuyaniyek nivîskî da got: “Qetilkirina 13 welatiyên sivîl ên li Sûdanê ya ji bo gihiştina Sûdan a asteke sivîl û demokratîk şermezar dikin. Ev operasyona leşkerî ya bi desteka hinek hêzên derve hatî kirin, derxist holê ku rewşa li Sûdanê hê girantir kiriye. Ji bo vê divê Konseya Leşkerî ya Sûdanê bê radestkirina rêveberîya vîneke sivîl û rewa.

Divê her cûre operasyonên leşkerî û rêbazên şidetê û dîsa mudaxeleyên hêzên biyanî yên yên li dijî gelê Sûdanê divê bi lezgîn bi dawî bikin. Divê raya giştî ya navneteweyî ji bo daxwazên gelê Sûdanê yên demokratîk û rewa hestyar bin û li dijî mudaxeleyên leşekrî yên hundir û derve welat ber bi şidetê ve kaş dike di asteke herî jor de bibin xwedî helwest.

Destêkê didin têkoşîna gelê Sûdan û jinan a azadî û demokrasiyê ya li Rojhilata Navîn û Efrîqaya Bakur ku di asta herî jor de li Sûdanê pêk tê.”