KONGRA GEL bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir

Dîwana Hevserokatiya KONGRA-GEL, bi peyameke nivîskî cejna Remezanê li gelê Kurdistanê û alema Îslamê pîroz kir û got, “Em hêvîdar in ku cejn, bibe sedema aramî û aştiya herêmê.”

KONGA GEL, di peyama xwe ya nivîskî de Cejna Remezanê, di serî de li gelê Kurdistanê, li hemû Alema Îslamê pîroz kir. Peyama KONGRA GEL wiha ye;

“Em Cejna Remezanê ya gelê Kurdistanê û a Alema İslamê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejna pîroz di nav gelê me û gelên Rojhilata Navîn de bibe wesîla aramî û aştiyê.

Gelê me bi şahî pêşwazî dike vê cejnê. Tecrîta Îmraliyê, bi berxwedanên grevên birçîbûnê û bi berxwedanên Dayîkên Laçikspî hate şikestin. Piştî çar salan (5.04.2015) mesaja Rêber Apo û sê hevalên wî gihişt gel, tevgera me û raya giştî. Em cejna Rêber Apo û her sê hevalên li Îmraliyê pîroz dikin, silav û rêzên xwe pêşkêş dikin.

Mesajên Rêber Apo yên 2 û 22’yê Gûlanê ji bo hemû aliyan e. Cejna Remezanê ji bo gelê me û hêzên demokrasiyê derfeteke mezin e. Ji bo ku li cihê şer aştî û demokrasî pêş bikeve, ji bo ku faşizm têk biçe, ji bo ku qeyrana siyasî-aborî û civakî çareser bibe, pêwîstiya fêmkirin û pêkanîna mesajên Rêber Apo heye. Ji bo vê yekê di serdan û pîrozbahiyên cejnê de pêwîst e bi awayekî seferberî xebat bête meşandin. Rêber Apo benda bersîva mesaja xwe ye. Pêwîst e em weke gel û hêzên demokrasiyê di vê demê de rola xwe baş bileyzîn.

Ji bo ku em derbeyeke mezin li faşîzmê bidin, hilbijartinên Stenbolê jî derfeteke mezin e. Pêwîst e gelê me li Stenbolê vê firsetê bi awayekî bi hêz bikar bîne. Têkçûna AKP-MHP a li Stenbolê, wê têkçûna rejîma faşîst a li Tirkiyê leztir bike. Jiber vê yekê ye tirsa AKP-MHP pir mezin e.

Çar perçeyên Kurdistanê û derveyî welat, berxwedana gelê me ya dijî dagirkeriyê gihiştiye asteke dîrokî. Em bi vê wesîlê li her çar beşên Kurdistanê tekoşîna gelê me, hêzên parastinê û yekîneyên parastinê bi giştî hemûyan bi dil û can pîroz dikin û berxwedana wana silav dikin. Hêvî dikin ku ev pêşketinên dîrokî di nav gelê me de wê bibe wesîla li hevkirineke civakî û bibe wesîla yekîtiya neteweyî.

Rewşa gelê me yê Efrînê û gelê me yê li wargehên Şehbayê dijîn, di vê cejnê de ji bo me mijareke êş û xemgîniyê ye. Heta têkbirina hêzên dagirker û çeteyên wan, heta azadkirina Efrînê berxwedana gelê me wê berdewam bike. Têkçûna rejîma faşîst û dagirker a dewleta Tirk, li Efrînê jî, li Bakûr û li Başûr jî têkildarî hev e û dûr jî nîne. Serkeftin a gelê me ye.

Di vê dema derbasbûyî de ji ber karesata lehiyê ya li Rojhilatê Kurdistanê çêbû, gelê me pir êş û zehmetî kişand. Bi wesîla Cejna Remezanê kesên ku jiyana xwe dest dane em ji malbatên wan re sersaxî û sebrê dixwazin. Em bang li hemû gelê Kurdistanê û saziyên xêrxaz dikin ku bajar û gundên ji karesatê zerar dîtine jibîr nekin; bi qurban, fitre û zekatên xwe alîkariya gelê me yê mexdûr bikin, li gelê xwe xwedî derkevin.

Rejîma faşîst a dewleta Tirk ji hemû deman zêdetir di vê demê de tengav bûye. Em yekîtî û hêviyên xwe bilind bikin. Ev dem, dema têkbirina faşîzmê, azadiya gelên Kurdistanê û demokrasiya Tirkiyê ye.”