Saziyên Êzidiyan bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kirin

Saziyên Êzidiyan ên li Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî weşand û cejna Remezanê li alema Îslamê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd ê li Kurdistanê û derveyî welat, malbatên şehîdan, zindaniyan û têkoşeran pîroz kir.

Saziyên Ezidiyan ên li Ewropayê bi wesîleya cejna Remezanê daxuyaniyek nivîskî weşand û got; “Em saziyên Êdiziyan ên li Ewropa dibêjin, misilmanên aştî, aramî û wekheviya gelan diparêz in, misilmanên wekheviya jin û mêr, zayend û mafê mirova diparêz in, misilmanên xwe ji xeta radîkal Îslamîsta dûr dixin û di dema rojiyan de bi îbadeta xwe piştgirî û daxwaziya xweşiyê, rastî û hiqûqê ji bo mirovahiyê kirin; cejna wan pîroz be!”

Daxuyanî wiha didome;

“Hebûna civakên cuda weke bi bawerî, ziman û çanda xwe ji bo jiyaneke azad dewlemendiya herî pîroz e. Wisa jî, bingeha aştî û azadî hezkirin, hevnaskirin, li hev xwedîderketin û qedirgirtin in.

Îro çeteyên hovane û hevkarên wan weke dewleta faşîst a AKP-Erdogan navê vê olê bi kar tînin û bi şewazê radîkal û bi her cûreyên qirkirinê li hemberî gelên Rojhilata Navîn ku bi mozaîkbûna xwe reng û hezkirinê dide cihanê  şer û komkujiyan dikin. 

Mînakek ji vê hovîtiyê fermana 3’yê Tebaxa 2014’an e. Bandora wê hê didome û ti caran nayê ji bîr kirin.

Li hemberî van hovan berxwedeneke bê hempa tê meşandin, hêzên hevpar ên ji Kurdan û gelên herêmê hatine avakirin bi îtifaqan, çeteyan tine dikin. Ev jî pengevake pîroz e. Di têkoşîna bi dehan salan tê meşandin baş zelal dibe, gelê Kurd ne tenê li hemberî desthilatdara şer dike. Şerê gelê Kurd ê herî mezin şerê olê ye. Bi hezarên salan e, dewletên radîkal bi hincetên radîkal olê didin pêş û bi navê çeteyên tundraw, gelê Kurd perçe dike û ji xwe re bi kar tîne. Îro gelê Kurd li Rojhilata Navîn weke netew çiqas bibe xwedî nasnamê jî, lê wê dîsa jî weke misilman neyên qebûlkirin. Despot û netewperestên radîkal fam kirine, wê nikaribin siyaseta Kurdan bi bin xîne. Ev dîktator êdî hewl didin, tifaqa ku tevgera azadiyê li ser xwîna cangoriyan ava kiriyê, li ser rêya olê perçe bike. Lewma jî divê em nebin lîstokên desthilatdara, divê em nebin hacetên kesên îslamê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin, ew kesên tenê qesra xwe ji 1001 çaviyan û textê xwe yê zêrîn mîsoger dikin.

Divê gelê Kurd encax li ser rêya tifaqê, esasgirtina xwîşk û biratiyê û wekheviya mirovan bigehîje azadiya xwe û xwe bparize.

Em hêvî dikin ku cejna Remezanê bibe bersiva hovîtî û şer a ji bo jiyaneke bi rûmet û azad. Her weha em hevî dikin ev cejn ji bo civaka Îslamê bibe wesîleya aştî, aramî û jiyaneke demokratîk.”