MŞD: Kuştina Emîn Salih Umer berdewama fermanê ye

MŞD'ê diyar kir, kuştina ciwanê Êzidî Emîn Salih Umer bi destê leşkerên Tirk berdewama fermanê ye û ji hikumeta herêma Kurdistanê xwest ku bi rengekî fermî bûyerê bişopîne.

Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat, ji ber kuştina ciwanê Êzidî Salih Umer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin, fermana Şengalê roj bi roj ji aliyê xwedênenasan ve dibe rojev û birînên Êzidiyan têne nûkirin.

MŞD'ê diyar kir, "Di berbanga 4'ê Hezîranê deciwanekî Êzîdî bi navê xwe Emîn Salih Umer ji eşîra simoqiya, li ser bîstanê xwe ji aliyê leşkerên dewleta faşîst a tirk ve hate qetil kirin.

Emîn Salih Umer penaberê fermana 3.8.2014'an li kampa Çemişko li Zaxo dijiya û weke Êzîdiyên bûne mexdûr, bi xebata bîstana jiyana xwe û malbata xwe mîsoger dikir."

MŞD'ê êrîş bi tundî şermezar kir û diyar kir, "Di heman demê de em vê helwest û bêdengiya KDP ne rast dibînin. Ev bûyer li ser xaka Kurdistan pêk hat, bêdengiya KDP dibe pejirandina vê neheqiyê. Lewma ew jî dibin hevkarê vê buyera hovane li dijî mirovahiyê.

Li ser navê Meclîsa Şengalê Derveyî Welat (MŞD), li ser navê civaka Ezdayî û hemû pêkhateyên wê em dibêjin serê malbatê û tevahiya civaka Ezdayî sax be.

Êrîş ne tenê di şexsê vî ciwanî de pêk hat. Ev êrîş li hemberî tevahî Êzîdxana pîroz hate kirin û birînên 15'ê Tebaxa 2018‘an nû dike!"

MŞD'ê bang li hikumeta herêmê ya Kurdistanê kir, ku bi rengekî fermî bûyerê bişopîne.