Dozger li dijî biryara beraetkirina Taşkin derket

Dozger li dijî biryara beraetkirina nûçegihana MA'yê Seda Taşkin derket.

Danişîna biryarê ya doza darizandina nûçegihana MA'yê Seda Taşkin a 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê jê re dihat xwestin di 15’ê Gulanê de li Dadgeha Edliya Herêma Erziromê hatibûn dîtin.

Şandeya dadgehê ji bo Taşkin, bi îdîaya “Propagandeya rêxistinê kirin” salek, 11 meh û 10 roj cezayê girtîgehê birî û ji bo sûcê “Ligel ku ne endamê rêxistinê ye jî, alîkarî dayîna rêxistinê” beraet kir.

Ev biryara Dadgeha Edliya Herêma Erziromê, ji aliyê Serdozgeriya Komarê ve hat îtîrazkirin. Hat hînbûn ku di 30’ê Gulanê de, ji bo 6’emîn Daîreya Cezayê Dadgeha Edeliya Herêma Erziromê hatiye kirin.