ROJANE
Hemû Nûçe
-
Awûstralyayê sendîkavanê piştgirî da YPG’ê binçav kir
Piştgiriya navneteweyî ya ji bo têkoşîna YPG’ê ya li dijî çeteyê çavsor DAIŞ’ê her diçe mezin dibe. Hat ragihandin ku kesekî ku di têkoşîna Kurdan a Awûstralyayê de cih girtiye hatiye binçavkirin. -
Ji nûnerên ESU Rhawî: Bi Kurdan re em jiyaneke azad û wekhev ava dikin
Ji nûnerên Yekîtiya Suryaniyên li Ewropayê (ESU) Shleymûn Rhawî destnîşan kir ku bi Modela Rojava re yekemcar Kurd û Suryanî bi awayekî wekhev li hev civiyane û jiyaneke hevpar ava kirine. -
Li Dakme panela bi mijara hilbijartinê
Li Dakme-Dortmûndê, li ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê panelek hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç weke axaftvan amade bû. -
Komeleya Mor Avgîn: Dengê me ji HDP'ê re ye
Serokê Komeleya Mor Avgîn a li Swêdê Îskender Gabrîelsson bang li hemû Asûrî-Suryaniyên li Tirkiye û derveyî welat kir, ku di hilbijartinên giştî yên meha Hezîranê de dengê xwe bidin HDP'ê. -
Ji bo aştî û pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê dengê me ji HDP'ê re ye
808 nivîskar, helbestvan, akademîsyen û hunermendên ku di Hilbijartinên Giştî yên 7'ê Hezîranê de dibêjin 'dengê me ji HDP'ê re ye', desteka xwe ya ji bo HDP'ê bi daxuyaniyekê re aşkera kirin. -
Elewî xeyala Tirkiyeyeke çawa dikin?
Konferansa 'Elewîtî: Dîrok, Pirsgirêk Teheyûl' a ji aliyê HDK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de dewam kir. -
Dewleta Tirk careke din hêstir qetil kir
Li Roboskî, dewleta Tirk duh bi şev jî hêstir qetil kir. Şêniyên herêmê li cihê hêstir lê hatin qetilkirin, civiyan. Cihê ku komkujiyê lê hat kirin, derdora bajarokê Zewiya yê di sala 1993'an de ji neçarî hatiye valakirin e. -
HDP'ê Cejna Paskalya pîroz kir
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Cejna Paskalya pîroz kirin. -
'Şoreşa Rojava bû çavkaniya îlhamê ya ciwanên cîhanê'
Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi dirûşma, ‘Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2’ ku konferansek pêk tê, bi rûniştina bi serenava "Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst’ berdewam kir. -
Xelîl Dag hat bîranîn
Derhênerê Kurd Halîl Uysal (Xelîl Dag) ê 1’ê Nîsana 2008’an di şerekî de jiyana xwe ji destda, li bajarê Ludwîgshafen ê Elmanyayê li Navenda Civaka Kurd hat bîranîn. -
Rêza partiyan a di pisûleyê de diyar bû
Desteya Bilind a Hilbijartinê rêza partiyên ku dikevin hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi pişkê ve diyar kir. -
2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re destpê kir
Li bajarê Hambûrg ê Elmanya, di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de konferansa bi dirûşma '2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re’ destpê kir. -
Li Colemêrgê leşkerek bi giranî birîndar bû
Li Colemêrgê, leşkerê bi navê Emrah O. ê bi zorê leşkerî dikir, bi fîşekek ku li serî ket, bi giranî birîndar bû. -
Li Mûsilê hêzek nû li DAIŞ’ê xist
Li nêzî bajarokê Gwêr ê ser bi bajarê Mûsilê, li hember mewziyên DAIŞ’ê êrîş pêk hat û di encamê 3 çete hatin kuştin. Hate hînbûn ku koma êrîş pêk aniye, bêyî ku windahiyan bide ji herêmê derketiye. -
Rayedarên Tirk nahêlin alîkariya ji bo Kobanê derbas bibe
Dewleta Tirk alîkariya ji Danîmarkayê ji bo Kobaniyan hat şandin, nahêle derbas bibe. -
Kose: Ez ê piştevaniya gelê Kurd û karkeran bikim
Yek ji 4 parlamenterên Kurd ku di hilbijartinên 14’ê Îlonê yên li li Swêdê de ket parlamentê Serkan Kose, diyar kir ku ew ê bi gelê Kurd ê li çar parçeyê Kurdistanê û karkerên li Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de be. -
Akademîsyen ji bo 'Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst' li Hambûrgê dicivin!
Li Hambûrgê, di çarçoveya nêrînên Rêberê Gelê Kurd Ocalan de bi dirûşma "Dijderketina li Modernîteya Kapîtalîst 2' bi beşdariya akademîsyenên ji 20 welatan konferansek tê lidarxistin. Konferansa îro destpê dike wê heta 5'ê Nîsanê dewam bike. -
Seroka MPKE Brasseur wê bê Tirkiye
Seroka MPKE Anne Brasseur, wê 7-10’ê Nîsanê Tirkiye ziyaret bike. -
Dogrûyol hat veşartin
Cenazeyê DHKC'yî Bahtiyar Dogrûyol ê di 31'ê Adarê de dozgerê doza Berkîn Elvan M. Selîm Kîraz li Edliyeya Çaglayanê dîl girt û di operasyona polîsan de hat qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hat veşartin. -
Zarokên otîstîk li Amedê meşiyan
Li Amedê bi munasebeta 2’ê Nîsanê Roja Balkişandina ser Otîzm a Cîhanê meş pêk hat. -
Şaredariya Empolî ya Îtalya peymana dostaniya Kobanê qebûl kir
Meclîsa Bajêr a Şaredariya Empolî, bi bajarê Kobanê yê di encama berwedaneke dîrokî de hat rizgarkirin re peymana dostaniyê qebûl kir. -
AKP’ê çav berdaye meaşê astengdaran
Hikûmeta AKP’ê ji bo ku ji diravdaniya sergirtî re budçeyê veqetîne, çav berda meaşa mîlyonek û 730 hezar astengdar, kesên hewcedariya wan bi lênerînê heye û bêkesan. -
Şahidan komkujiya Lîce vegotin
1'emîn rûniştina doz Komkujiya Lîce ya ji Amedê birin Îzmîrê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Îzmîrê destpê kir. -
Li Brîghtonê Resepsiyona Newrozê
Navenda Civaka Kurd a Sussexê, di 31'ê Adarê de li bajarê Brîghton&Hove yê Îngilîstanê ji bo Newrozê resepsiyona duyemîn da. -
Partiya Çep a Elman: Dengê xwe bidin HDP'ê
Desteya Rêveber a Partiya Çep a Elman (Die Linke) biryar da ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeê de destekê bide HDP'ê.