Elewî xeyala Tirkiyeyeke çawa dikin?

Konferansa 'Elewîtî: Dîrok, Pirsgirêk Teheyûl' a ji aliyê HDK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de dewam kir.

Konferansa 'Elewîtî: Dîrok, Pirsgirêk Teheyûl' a ji aliyê HDK'ê ve tê organîzekirin, di roja duyemîn de dewam kir.

Konferansa 'Elewîtî: Dîrok, Pirsgirêk Teheyûl' a ji aliyê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ve ji bo nîqaşkirina pirsgirêk û daxwazên Elewiyan li LegacyOttoman Otelê tê organîzekirin, îro jî dewam dike. Di rûniştina îro ya konferansê de tevî Hevberdevka HDK'ê Sebahat Tûncel, nûnerên rêxistinên cuda yên Elewiyan, siyasetmedar, nivîskar û akademîsyen amade ne.

Di destpêkê de lêkolîner-nivîskar Erdogan Aydin mafê axaftinê wergirt û encamên xebata atolye ya bi navê "Bîra Dîrokî û ji duh heta îro Elewîtî" ragihand. Aydin da xuyakirin ku ji Osmaniyan û vir ve hewl tê dayîn Elewî werin asîmîlekirin û dîroka polîtîkayên li Tirkiyeyê yên ji bo asîmîlekirina Elewiyan hatin meşandin, vegot. Aydin bal kişand ser Komkujiya Dêrsimê ku yek ji encamên vê polîtîkayê ye û got, "Ev rastiya dîrokî nîşan dide ku mîna ya hat serê Ermenî, Rûm û Suryaniyan, hewl ahtiye dayîn şopa Kurdayetî û Elewîtiyê jî ji ser vê xakê bê jêbirin."

'DIVÊ ELEWÎ DI NAVA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ DE CIH BIGIRIN'

Nivîskar Nûray Sancar jî encamên atolyeya bi navê 'Pirsgirêk û Çareserî' ragihand. Sancar diyar kir ku Elewîtî, mîna hemû komên baweriyan ên li derveyî baweriya Sunnî nehatiye naskirin û her tim li zextan rast hatiye. Sancar destnîşan kir ku di destûra bingehîn a nû de, divê Elewî û hemû baweriyên din bi mafên welatîbûna wekhev, werin ewlekirin.

Piştî Sancar, aktîvîsta Elewî Nûrgul Sabancilar, danezana encamê ya atolyeya bi navê 'Demokratîkbûyîn û pêvajoya muzakereyê' xwend. Sabancilar bal kişand ser mijarên xweserî û rêveberiya xwecihî û anî ziman ku Elewiyan jî di rêveçûna dîrokê de rêveberiyên xweser ava kirine. Sabancilar da xuyakirin ku dema şerên li Rojhilata Navîn û komkujiyên DAIŞ'ê yên li hemberî gelên bêparastin li ber çavan were girtin, xuya dibe ku rêxistinbûyîneke xurt ji bo civata Elewiyan jî pêwîst e û destnîşan kir ku divê Elewî di nava pêvajoya çareseriyê de cih bigirin.

'DESTÛRA BINGEHÎN A DEMOKRATÎK A LI SER BINGEHA WELATÎBÛNA WEKHEV'

Herî dawî Alîkarê Hevserokên HDP'ê Gunay Kûbîlay peyivî û danezana encamê ya xebatên atolyeya bi navê 'Elewî Tirkiyeyeke çawa dixwazin?' ragihand. Kûbîlay ragihand ku Elewî li dijî rêxistinbûyîna dewletên yekperest, qedexeparêz, zayendîperest, navendîparêz, otorîter û antî demokratîk in û destnîşan kir ku li Tirkiyeyê jiyaneke wekhev û bi hev re ya gel, bawerî, çand û zimanên cihêreng, bi destûra bingehîn a demokratîk, laîk, azadîparêziya zayendî û ekolojîk pêkane.

Piştî xwendina danezanên encamê, beşdarên konferansê encamên atolyeyan nirxandin. Di encama nîqaşên li ser hemû xebatên atolyeyan de, wê encamnameya konferansê bê amadekirin û weşandin.