Piştgiriya navneteweyî ya ji bo têkoşîna YPG’ê ya li dijî çeteyê çavsor DAIŞ’ê her diçe mezin dibe. Hat ragihandin ku kesekî ku di têkoşîna Kurdan a Awûstralyayê de cih girtiye hatiye binçavkirin.
Li gorî nûçeya ku di çapemeniya Awûstralyayê de cih girtiye, yek ji rêveberê Partiya Karkeran (ALP) û sendîkavan Matthew Gardîner piştî vegeriyaye welat ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Hat destnîşankirin ku Gardîner ji ser Swêd û Sîngapurê hatiye Darwîn û hatiye binçavkirin, piştre îfadeya wî hatiye girtin.
Gardîner ku heman demê rêveberê Partiya Karkeran a herêmiye, bi hinceta çûye Rojava û di mijarên leşkerî de tecrubeyên xwe ji şervanên Kurd re vegotiye, hatiye binçavkirin.
Polîsê Federal ê Awûstralyayê di daxuyaniya xwe de got: “Kesekî ku li bajarê Darwîn rûdine, piştî vegeriyaye Awûstralyayê ji aliyê polîsan ve îfadeya wî hatiye girtin.”
Berdevkekî polîsan jî îdîa kir ku der barê kesê mijara gotinê ye de ti sûcdarî tine û lêpirsînên wî yên têkildarî derveyî welat didome.
Sendîkavan û siyasetmedar Matthew Gardîner di serê salê de bi munasebeta piştgiriya ji bo şervanên Başûr û Rojavayê Kurdistanê welatê xwe terk kiribû. Gardîner sala 1990’î di yekineyeke Awûstûralyayê ya Somaliyê de wek endezyar peywir girtibû û ev tecrubeyên xwe ji şervanên Kurd re vegotibûn.
Awûstralya tevlî koalîasyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ’ê hatibû avakirin bibû. Lê li gorî qanûnên welat, ji bilî çarçoveya ku artêşa Awûstralyayê diyar kiriye, beşdarbûna xebata leşkerî ya derveyî welat sûc tê hesibandin.