HDP'ê Cejna Paskalya pîroz kir

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, Cejna Paskalya pîroz kirin.

Hevserokên Giştî yên HDP'ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, bi wesîleya Cejna Paskalya daxuyaniyeke nivîskî weşandin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Cejn, ew roj in ku hestên biratî, dostanî û piştevaniyê derdikevin pêş. 

Bi hêviya ku Tirkiye bibe erdnîgariya mînakdar a aştî, biratî û azadiyê û bibe xakên ewle ji bo hemû komên baweriyan, em cejna Paskalya li civaka Ermenî û hemû Xiristiyanan ji dil pîroz dikin.

Bi vê wesîleyê em careke din biryardariya xwe parve dikin ku em ê têkoşîna xwe ya ji bo welatekî ku her welatî bi awayekî wekhev lê bijîn, hemû gel û komên cuda yên baweriyan karibin çand, ziman, nasnameya xwe bi awayekî azad bikar bînin û bi pêş bixînin, bidomînin."