Serkan Kose ku yek ji 4 parlamenterên bi eslê xwe Kurd e, sala buhrî di hilbijartinên ku 14’ê Îlonê de li Swêdê ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat ket parlamentoyê ye, diyar kir ku wê bi gelê Kurd ê li her çar parçeyê Kurdistanê û çîna karkerên li Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de be.
Kose bi salan di sendîkaya herî mezin Komuunal de ku 600 hezar endamên wê hene xebitî û piştî vê di sendîkaya Handels a baskêkar a bazirganiyê de xebitî. Kose siyasetmedarekî ku pirsgirêkên karker û tevgerên sendîkal ên Tirkiyeyê ji nêz ve dişopîne.
Kose ku di du demên destpêkê de li navçeya Botkyrka a Stockholmê endamtiya meclîsa şaredariyê kir, di Komîsyona Polîtîkaya Derve û Komîsyona Piyasaya Kar a Parlamentoyê de partiya xwe temsîl dike.
Em bi Kose re li ser plansazî û nêrînên wî yên têkildarî pêşerojê axivîn.
Hûn dikarin xwe bi me bidin nasîn?
Ez ji bajaroka Yenîceoba ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê me. 37 salî me. Di 10 saliya min de malbata min hat Swêdê. Ji roja ku em hatin vir ez li Fîttja dijîm. Min dibistana seretayî û navîn bi zimanê Kurdî girt. Piştî min Lîseya Zanistên Civakî qedand, ez ketim Fakulteya Zanistên Siyasî ya Zanîngeha Stockholmê. Di heman demê de min aborî xwend. Di her du beşan de min master kir.
Ez ji malbatek xizan têm. Dê û bavê min xwendin û nivîsandinê nizanin. Di malbatê de kesek yekem car perwerdeyê dibîne û piştre beşdarî siyasetê dibe, ev ji bo malbatê tiştekî yekem e. Ez van hemûyan ji bo ku hinek tiştan bi ciwanên me yên Ewropa bidim bibîrxistin vedibêjim. Dema em wek biyanî derfetan binirxînin mirov di civakê de tên cihekî. Divê ciwanên me bizanin ku ti tişt ne bê derfete û dema hewl dibin bi ser dixînin.
Eleqeya we ya ji bo polîtîkayê kengî destpê kir?
Min di temenê biçûk de pirsgirêkên Kurd û têkoşîn nas kir. Pêkanînên li ser gelê Kurd, bêedaletbûna li ser gelê Kurd ez teşwîqî siyasetê kirim. Her wiha li van hemûyan psîkolojiya biyanîbûnê jî zêde bû û eleqeya min a ji bo siyaset û têkoşîna sendîkal zêde bû. Piştî min zanîngeh qedand min di Baskê Jinan a Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat de jî cih girt. Bi vî awayî di dîroka Swêdê de min unvana yekem mêrê ku di baskê jinan de cih digire, qezenc kir.
10 mehan min peywirên têkilî û şêwirmendiyê meşand. Piştre ez derbasî sendîkaya herî mezin a Swêdê, Kommunal bûm. Pişre min wek şêwirmendê çapemeniyê serokê giştî peywir meşand. Di vê demê de der barê mafên sendîkal û pirsgirêkên çîna karkeran de gelek agahî girt. Sendîka ji bo min bû dibistanek mezin. Piştre jî min di sendîkayên din de jî cih girt. Min du salan peywira Ombdusmanlik a ABF’ê kir. Di 2004’an de ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat bi awayekî aktîf tevlî siyasetê bûm. Di 2006-2010’an de ji bo endamtiya şaredariyê hatim hilbijartin. Di 2011’an de ji Partiya Karkeran a Sosyal Demokrat bûm serokê navçeya Botkyrka. Bi vî awayî di dîroka 100 salî ya partiyê de yekem car kesekî biyanî li Botkyrka bû serok.
Karkeran bi taybet jî endamên Kommunal ji polîtîkayên taybetkirin û taşerontiyê zerarek mezin dît. Hûn wek kesê ku bi salan di sendîkayan de peywir meşandiye, di parlamentoyê de çi xebatan bimeşînin?
7 kesên di koma xebata sosyal demokrat a parlamentoyê de cih digirin ji sendîkayan tên. Ji ber vê têkiliyên me yên bi sendîkayên karker û memuran re hene. Niha di rojeva me de qezayên kar hene. Armanca me ev e ku qet mirin çênebin, yanî ti karker dema dixebitin jiyana xwe ji dest nedin. Hikûmetê ji bo vê 100 mîlyon kron pêşniyar kir lê mixabin ji ber butçeya me ev qebûl nekir, me ev çavkanî nekarî veguhestînin. Bi butçeya ku desthilatdariya rastgir amade kiriye em welat bi rê ve dibin. Ev trajî-komîk e. Em dixwazin têkildarî jin û ciwanan de gelek reforman pêk bînin, lê bloka rastgir vê asteng dike. Bi partiya nîjadperest re dengan bikar tînin. Armanca wan ev e ku zêdetir pere têkeve bêrika patronên wan.
Li aliyê din jî krîz û şerên li gelek welatan dertên holê, bandorê li me jî dikin. 54 mîlyon mirov neçar mane welatê xwe terk bikin. Tê payîn ku ji van 90 hezar kes bên vir. Lê çavkaniyek têr tine.
Tevî ku di navbera sendîkayên Tirkiye û Swêdê de hevbeşiyek û piştevaniyek heye jî binpêkirinên mafan yên sendîkayên Tirkiyeyê nakevin rojeva Parlamentoya Swêdê. Hûn wek parlamenterekî ku ji sendîkayan hatine di vê mijarê de hûn ê çi bikin?
Ez dizanim di vê mijarê de kêmasî heye. Ez ê vê kêmasiyê ji holê rakim. Mafên sendîkal, mafên mirovan yên sereken e. Rêxistinkirina xebatan mafekî gerdûnî ye. Tirkiye ne tenê mafê rêxistinbûna xebatkaran, mafê hemû mirovan binpê dike. Li Tirkiyeyê mirov bi awayekî azad xwe nikarin rêxistin bikin. Sendîkayên Swêdê yên wir temaşe dikin, tînin rojevê lê di aliyê parlamentoyê de kêmasî heye. Ez ê bi hevalên xwe re vê bînim rojevê.
Hûn der barê pirsgirêka Kurd û pêvajoya çareseriyê de çi difikirin?
Ez li aliyê aştî û biratiyê me. Li Tirkiyeyê gelek çand û bawerî dijîn. Ev dewlemendiyeke. Di serî de Kurd, daxwaza van gelan a ji hev veqetînê tine. Daxwazeke mafdar a Kurdan heye. Dixwazin bi zimanê xwe perwerdeyê bibînin, çanda xwe pêş bixin û mafê wan bikeve bin ewlehiya Destûra Bingehîn. Daxwazên wek vê yên Suryanî û gelên din jî hene.
Hûn helwesta hikûmetê çawa dinirxînin?
Hikûmet jî, Kurd jî dibêjin ligel çareseriyê ne. Lê gelo çima nayê çareserkirin? Kurd dixwazin daxwazên wan bên cih lê aliyê hember zêde ne amade ye. Ez dixwazim bawer bikim ku AKP ji bo çareseriyê gavê bavêje. Di nava AKP’ê de jî kesên aştiyê dixwazin hene. Lê hewldanên AKP’ê tine. Her wiha bêguman gav hatin avêtin. Hevdîtina dewletê ya bi Ocalan re bi tena serê xwe gavek mezin e. Her kes jî ji vê kêfxweş e. Kes vê protesto nake. Dixwazin dawî li şerê 30 salî bê. Şerekî mezin hat jiyîn, êşên mezin hat kişandin. Lê êdî gelê Kurd bi nasnameya xwe dikare derkeve holê. Ji ber vê divê bi sebr tevbigerin û li benda hilbijartinên Hezîranê bin.
Ger HDP bendê derbas bike wê bandorek çawa li pêvajoyê bike?
Encamên hilbijartinê çi dibin bila bibin, ez ne bawer im ku wê polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê şûnde vegerin. Lê di parlamentoyê de ne temsîlkirina HDP’ê kêmasiyek mezin e. Li parlamentoyê tenê têkoşîna demokrasiyê nayê dayîn. Ger HDP nekeve parlamentoyê jî wê li derve bi rêxistinên civaka sivîl, sendîkayan re xebatê bimeşîne. Bi tevgerên karker û sendîkal re dikare têkiliyên xwe xurt bike. HDP dikare van hêzan bîne cem hev û di serketina pêvajoyê de piştgiriyê bide.