Li Mûsilê hêzek nû li DAIŞ’ê xist
Li nêzî bajarokê Gwêr ê ser bi bajarê Mûsilê, li hember mewziyên DAIŞ’ê êrîş pêk hat û di encamê 3 çete hatin kuştin. Hate hînbûn ku koma êrîş pêk aniye, bêyî ku windahiyan bide ji herêmê derketiye.
Li nêzî bajarokê Gwêr ê ser bi bajarê Mûsilê, li hember mewziyên DAIŞ’ê êrîş pêk hat û di encamê 3 çete hatin kuştin. Hate hînbûn ku koma êrîş pêk aniye, bêyî ku windahiyan bide ji herêmê derketiye.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin wergirtin, îro li başûrrojavayê bajarokê Gwêr li gundê Ecîmse li dijî mewziyên DAIŞ’ê, hêzeke ku tê texmînkirin a eşîra Sunnî ya li herêmê ye, êrîşî pêk anî. Hat ragihandin ku di êrîşê de 3 çete hatine kuştin û hêzê xwe ji herêmê bêyî dayîna windahiyan vekişandiye.
Piştî serdegirtinê çeteyên DAIŞ’ê yên li herêmê bicih bibûn, beyî bikevin gund bi çek û cebilxaneyên xwe ji herêmê derketin.
Çavkaniyên herêmî da xuyakirin ku zêdebûna serdegirtinên bi vî rengî DAIŞ'ê dixe nava fikaran.