Partiya Çep a Elman: Dengê xwe bidin HDP'ê
Desteya Rêveber a Partiya Çep a Elman (Die Linke) biryar da ku di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeê de destekê bide HDP'ê.

Partiya Çep ragihand, ku di çarçoveya biryara xwe ya di civîna dawiya hefteyê de wergirtiye, ew destekê didin kampanya HDP'ê ya hilbijartinê.
'EM Ê DESTEKÊ BIDIN HDP'Ê'
Di daxuyaniyê de hat gotin, "Partiya Çep aşkera dike ku piştevaniya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dike û di kampanya wê ya hilbijartinê de serketinê dixwaze. Partiya Çep kampanya hilbijartinê ya HDP'ê ya li Elmanyayê silav dike û di vê mijarê de ji aliyê siyasî ve destekê dide HDP'ê.
Partiya Çep bang li hemû welatiyên Komara Tirkiyeyê dike ku tevlî hilbijartinan bibe û pêşniyar dike ku dengê xwe bidin HDP'ê."
Di daxuyaniyê de ji rayedarên Komara Tirkiyeyê hat xwestin ku pêkhatina kampanya hilbijartinê û hilbijartinê bi awayekî adîl û azad garantî bikin û hat destnîşankirin, ku ew ê vê pêvajoyê bişopînin.