Şaredariya Empolî ya Îtalya peymana dostaniya Kobanê qebûl kir

Meclîsa Bajêr a Şaredariya Empolî, bi bajarê Kobanê yê di encama berwedaneke dîrokî de hat rizgarkirin re peymana dostaniyê qebûl kir.

Meclîsa Bajêr a Şaredariya Empolî, bi bajarê Kobanê yê di encama berwedaneke dîrokî de hat rizgarkirin re peymana dostaniyê qebûl kir.

Meclîsa Bajêr a Şaredariya Empolî ya Îtalyayê, peymana dostaniya herêmên xweseriya demokratîk ên Rojava jî di nav de bi rojeveke taybet civiya.

Di civînê de peymana dostaniya bi Rojava re bi dengekî zêde hat qebûlkirin. Di daxuyaniya Şaredariya Empolî de hat destnîşankirin ku herêmên xweser ên Kurdan mînaka yekser a demokrasiyê ne û sembola berxwedanê ya li dijî barbariya DAIŞ'ê ne.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku avakirina têkiliyeke xurt a piştevaniya bi rêveberiyên xweser ên Kurd re gaveke girîng e û hat gotin ku Kobanê bi berxwedaneke mezin re nîşanî tevahiya cîhanê da ku Rojava herêmeke xweser a defakto ye.

WÊ HEYETEKÊ BIŞÎNE

Şaredariyê diyar kir ku tecrûbeya Rojava ji aliyê mijarên demokrasiyê û destnîşankirina çarenûsa xwe ya gelan de balê dikşîne û got, "Ji îro û pê ve ji bo piştevaniya navbera her du civakan, em ê xebatên xwe dewam bikin."

Şaredarî wê weke gava destpêkê heyetekê bişîne Kobanê û belgeyên pêwîst îmze bike.

BANG LI HIKÛMETÊ HAT KIRIN

Şaredar û Meclîsa Bajêr xwest, çalakiyên ji bo piştevaniya gelê Kurd dewam bikin û bang li hikûmeta Îtalyayê kirin ku rêveberiyên xweseriya demokratîk ên Rojava bi awayekî fermî nas bike û ji bo mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe, li saziyên navneteweyî bikeve nava hewldanan.

Şaredariya Empolî, di sala 1998'an de bi Şaredariya Xweser a Chîpasa a ku gelê xwecihî yê Meksîkayê lê dijî û bû mijara têkoşîna Zapatîsta, peymana dostaniyê îmze kiribû.