Li Dakme panela bi mijara hilbijartinê
Li Dakme-Dortmûndê, li ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê panelek hat lidarxistin. Di panelê de Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç weke axaftvan amade bû.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê NAV-DEM'ê Yuksel Koç dest bi axaftina xwe kir û destnîşan kir ku eger di hilbijatrinên 7'ê Hezîranê de encameke erênî bi dest bikeve, wê mejiyê paşverû were qelskirin.
Koç got, "Wezîfeya HDP'ê ya di van hilbijartinan de ne tenê bilêvkirin û çareserkirina pirsgirêka Kurdan e. Di heman demê de têkoşîna ji bo pêşîgirtina li gola xwînê ya li Rojhilata Navîn e."
Koç ragihand ku ya AKP 12 sal in li ser desthilatdariyê dihêle rewşe neserketî ya partiyên mûxalefetê ye û got, "Em paradîgmaya neteweya demokratîk diparêzin. HDP partiya mirovên li derve hatine hiştin e."
Koç diyar kir ku AKP hewl dide li Kurdistanê xwe bi Huda-Parê birêxistin bike û destnîşan kir ku yekane hêza dikare pêşî li hêza faşîst a AKP'ê bigire, HDP ye.
Koç di vê çarçoveyê de bang li her kesî kir ku di van hilbijartinan de bi berpirsyarî rabin.