AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir: Berpirsyarî ya desthilatdariyê ye

Şandeya AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de peyamên piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hatin dayîn. Ruştu Tiryakî bi bîr xist ku AKP partiya desthilatdar e û got, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatdariyê.

Di roja duyemîn a Cejna Qurbanê de şandeya AKP’ê serdana DEM Partiyê kir. Şande ji Cîgirê Serokê Rêxistinên Civaka Sivî û Têkiliyên Bi Gel re Resûl Kurt, Endama Lîjneya Rêveberiya Navendî ya Şaxên Jinan a Navenda Giştî Tuba Ozdemîr û Endama Komîteya Rêveberiya Navendî ya Şaxa Ciwanan Ozge Çelik pêk dihat.

Şande ji aliyê Alîkarê Hevserokê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî û endamên Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu û Îhsan Seylan ve hate pêşwazîkirin.

‘DEM PARTÎ PIŞTGIRIYEK MEZIN DA PÊVAJOYÊ’

Ji şandeya AKP’ê Resûl Kurt, behsa pêvajoya çareseriyê kir û destnîşan kir ku danîna çekan di nava civakê de bertekek cidî û erênî girtiye û got ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin. Kurt got, “DEM Partî piştgiriyek mezin da pêvajoyê. Divê mirov hurmetê li hev bigre û di nava yekîtî û xwişk-biratiyê de bijî. Em niha di serdemeke wisa de ne. Ev rewş me kêfxweş dike.”

Piştre jî li ser navê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, xwest ku cejn aştî û aramiyê bîne û got ku li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kiriye. Tiryakî, diyar kir ku hewldanên hemû aliyan ji bo pêkanîna aştiyê girîng in û diyar kir ku ji ber ku AKP’ê di desthilatdariyê de ye, di vê pêvajoyê de berpirsiyariyeke mezintir dikeve ser milên wê.