Dewleta Tirk careke din hêstir qetil kir

Li Roboskî, dewleta Tirk duh bi şev jî hêstir qetil kir. Şêniyên herêmê li cihê hêstir lê hatin qetilkirin, civiyan. Cihê ku komkujiyê lê hat kirin, derdora bajarokê Zewiya yê di sala 1993'an de ji neçarî hatiye valakirin e.

Li Roboskî, dewleta Tirk duh bi şev jî hêstir qetil kir. Şêniyên herêmê li cihê hêstir lê hatin qetilkirin, civiyan. Cihê ku komkujiyê lê hat kirin, derdora bajarokê Zewiya yê di sala 1993'an de ji neçarî hatiye valakirin e.

Li Roboskî, ku 34 mirov bi bombeyên balafirên Artêşa Tirk hatin qetilkirin, hêstirên ku şêniyên herêmê di bazirganiya li ser sînor de bikar tînin, hedef hatin girtin.

Li gorî agahiyên ji Velî Encu hat wergirtin, komkujî duh bi şev saet di 19:00-23:00 de qewimî. Welatiyên ku bazirganiya li ser sînor dikirin, gule li ser wan hatin reşandin. Welatî di nava panîkê de reviyan, lê nêzî 8 hêstirên wan ji aliyê leşkeran ve hatin qetilkirin.

Çend roj berê jî, hêstirên gundiyan ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin. 

Şêniyên herêmê, danê sibehê li cihê komkujiyê civiyan.

Encu bal kişand ser hêrsa gel a mezin dibe û got, "Me li ser sînor ji bo hêstirên xwe yên beriya çend rojan hatibûn qetilkirin, edalet xwestibûn. Ji wê rojê û vir ve yên dewletê bi rêve dibin, rayedarên dewletê daxuyaniyek bi tenê jî nedan."

DORPÊÇIYA LEŞKERÎ DEWAM DIKE

Cihê hêstir lê hatin qetilkirin ji aliyê leşkeran ve hatine dorpêçkirin, rêyên gundan ji aliyê leşkeran ve hatine girtin.

Cihê ku komkujî lê hat kirin gundikê Zewiya ye ku di sala 1993'an de gundî neçar mabûn vala bikin. Ev gundikê ser bi Roboskî, ji aliyê gundiyên derdorê ve ji bo karê sewalkariyê tê bikaranîn. Bi qasî 2 kîlometre dûrî sînor e.