ROJANE
Hemû Nûçe
-
2 AKP'yiyan xwe ji namzetiyê vekişandin
Namzetê AKP'ê yê rêza 6. ê Amedê Abdûrrahman Kûrt û namzetê rêza 2. ê Êlihê Mehmet Emîn Ekmen xwe ji namzetiyê vekişandin. -
Cavallî: Rizgariya gelên Rojhilata Navîn wê bi destê YPG'ê be
Serokê UICC Prof. Dr. Franco Cavallî destnîşan kir ku YPG/YPJ, yekane hêza azadîparêz e ku li Rojhilata Navîn li dijî sîstema xelîfetiya ji baweriya hişk têdikoşe ye. -
HDP dixwaze ji Dêrsimê du wekîlan derxîne
HDP'ê li Dêrsimê meylên li ser bernamzetan nirxand û Alîcan Onlu û Edîbe Şahîn namzet nîşan da. -
Hêviya Dêrsimiyan HDP ye
Dêrsimiyan destnîşan kirin ku di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de wê piştgiriya herî mezin bidin HDP’ê û bang li her kesî kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Li parlamenta Ermenîstanê qirkirina Êzidiyan hat nîqaşkirin
Di meclîsa Ermenîstanê de fermanda 4’ê Tebaxê ya 2014’an a li ser gelê Êzidî pêk hat, hat nîqaşkirin. -
Ji Kurdo Baksî ji bo HDP’ê bang
Berpirsyarê Weşana Giştî ya Kovara Svart-Vitt (Reş-Spî), ku yek ji kovarên herî navdar ên Swêdê ye Kurdo Baksî bang li her aliyan kir ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Namzetên HDP'ê yên Aksarayê Bîrcan Dûman û Îsmaîl Dûygûn
HDP wê li Aksarayê bi du namzetan re di hilbijartinên parlamenteriyê de ji bo serketinê li ber xwe bide. Di rêza yekemîn de Bîrcan Dûman, di rêza duyemîn de jî Îsmaîl Dûygûn cih digirin. -
Di lîsteya HDP'ê de hemû beşên civakê hene
Navenda Komîsyona Hilbijartinê ya HDP’ê lîsteya namzetan aşkera kir. Di lîsteya HDP’ê de hemû beşên civakê cih digirin û navên di lîsteyê de balê dikşînin -
Mûxalefet û Rêveberiya Xweser li Moskowê hevdîtinan dikin
Civînên tûra duyemîn ên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê li Moskowê di navbera aliyan de tên lidarxistin, bi hevdîtinên navbera heyetên mûxalefeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve dewam dikin. -
Nûnerên Elewiyan: Divê hemû Elewî dengê xwe bidin HDP'ê
Li bajarê Elmanya Saarbruckenê, bi armanca destekdayîna HDP'ê panelek bi beşdariya nûnerên Elewiyan pêk hat. Di panelê de bang li Elewiyan hat kirin ku dengê xwe bidin HDP'ê. -
Di nava CHP'ê de rêjeya jinê ji sedî 18 ye
Ji 550 namzetên CHP'ê yên parlamenteriyê bi tenê 103 jê jin in. CHP bi rêjeya ji sedî 18'an re, di asteke gelekî kêmî daxwaza rêxistinên jinan ên ji bo temsîliyeta wekhev de ye. Hejmara namzetên ciwan jî 10 e. -
Tûglûk: Di 7’ê Hezîranê de em di bin sîwaneya HDP’ê de bibin yek
Parlamentera HDP’ê Aysel Tûglûk li bajarê Bordeauxê beşdarî bernameyekê bû û diyar kir ku wê ji bo daxwaz û azadiya Elewiyan têbikoş in. Tûglûk destnîşan kir ku wê benda hilbijartinê jî bê hilweşandin. -
Di doza Kazanhan de polîs H.V. wê ji 'kuştina bi zanebûn' bê darizandin
Polîsê bi navê H.V. ê di doza qetilkirina Nîhat Kazanhan de der heqê wî de biryara neşopandinê hatibû dayîn, wê ji sûcê "kuştina mirov a bi zanebûn" bê darizandin. -
Ji bo Murat Yildiz bang
Xizmên winda û parêzvanên mafê mirovan, bi daxwaza ku dawî li bêcezabûna dosyaya Murat Yildiz yê ku di binçavan de hat windakirin bê anîn, li ber Edliyeya Gebzeyê wê daxuyaniyekê bidin. -
Li dehan navendan wê çalakiyên piştevaniya HDP'ê bên lidarxistin
Beriya hilbijaritnên 7'ê Hezîranê, Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan di nava xebateke berfireh de ne. Tevî vî karê berfireh wê li dehan navendan panelên hilbijartinê û şevên piştevaniya HDP'ê werin lidarxistin. -
Birîna qirkirinê di sala 100. de hîna vekiriye
Endamê Komîteya Seyfo rojnamevan Yawsef Beth Turo da zanîn ku daxuyaniyên rayedarên Tirk birînan bêhtir vedikin û heta Tirkiye bi qirkirinê re rû bi rû nebe, wê her tim xwîn ji vê birînê bê. -
Ji nivîskarê Fransayî pirtûka 'Mirina ji bo Kobanê'
Pirtûka 27. a nivîskar û sînemavanê Fransayî Patrîce Franceschî, bi navê 'Mirina ji bo Kobanê' derket. -
Der barê hestiyên di kolandinê de hatin dîtin lêpirsînê destpê kir
Der barê hestiyên ku duh li Amedê di karê kolandinê yê li qiraxa Çemê Dîcleyê de hatin dîtin, Serdozgeriya Komarê lêpirsîn da destpêkirin. -
Li Mûglayê keştiya penaberan qulipî: 4 kes mirin
Li navçeya Mûgla Datçayê, keştiyek ku penaber tê de bûn qulipî. Di bûyerê de 4 kes mirin. -
'Divê Tirkiye li hemberî DAIŞ'ê gava şênber biavêje'
Partiyên Yekîtiya Xiristiyan ên Elmanyayê bang li Tirkiyeyê kirin, ku li hemberî DAIŞ'ê hîn bêhtir gavên şênber biavêje. Bi taybetî xwestin ku sînorên Iraq û Sûriyeyê baş werin kontrolkirin. -
Li Elmanyayê panela "100 saliya Qirkirina Ermeniyan"
Prof. Mîhram Dabag ê li panela "100 saliya Qirkirina Ermeniyan" ya li Elmanyayê axivî destnîşan kir, ku divê rola tevgera Kurd a li Rojhilata Navîn girtiye ser milê xwe, were destekkirin. -
HDK'ê danezana encamê ya Konferansa Elewiyan aşkera kir
Di danezana encamê ya Konferansa Elewiyan a HDK'ê de hat destnîşankirin ku polîtîkayên qetlîamkar ên li dijî Elewiyan û gefên li Rojhilata Navîn dewam dikin û hat gotin ku pêwîstî bi rêxistinbûyîneke xurt û têkoşîna hevpar a gelan heye. -
Çeteyên Nûsra 300 Kurd revandin
Çeteyên Cebhet El Nûsra, li ser rêya Heleb-Efrînê zêdeyî 300 Kurdên Efrînî revandin. -
Rewşenbîrên li Îzmîrê biryar dan destekê bidin HDP'ê
Nivîskar û rewşenbîrên li Îzmîrê hatin cem hev dan xuyakirin, ku ew ê di hilbijartinên giştî yên 7'ê Hezîranê de destekê bidin HDP'ê. Nivîskar û rewşenbîrên nerazîbûn nîşanî polîtîkayên AKP'ê dan anîn ziman, ku hêvî HDP ye. -
Protestan ji bo alîkariyê hatin Kobanê
Heyeta Yekîtiya Dêrên Protestan a Tirkiyeyê, ji bo piştgiriyê bide xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, hatin bajêr. Heyet wê li vê derê lêkolînan bike.