Seroka MPKE Brasseur wê bê Tirkiye
Seroka MPKE Anne Brasseur, wê 7-10’ê Nîsanê Tirkiye ziyaret bike.
Seroka MPKE Anne Brasseur, wê 7-10’ê Nîsanê Tirkiye ziyaret bike.
Seroka MPKE Anne Brasseur, wê 7-10’ê Nîsanê Tirkiye ziyaret bike.
Li gor daxuyaniya Konseya Ewropayê, Seroka Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Anne Brasseur wê di navbera 7-10’ê Nîsanê de Tirkiyeyê ziyaret bike.
Çavlirê ye Brasseur bi Serokkomar, Serokwezîr, Wezîrê Karên Derve û Wezîrê ji Karên Ewropayê Berpirsyar re rûne. Brasseur her wiha wê bi Serokê Dadgeha Destûra Bingehîn re jî hevdîtinê pêk bîne. Bi nûnerên partiyên siyasî re jî wê rûne.
Brasseur li Zanîngeha Bîlkent jî wê axaftinekê bike. Hevdîtina Brasseur a bi alimên olî re jî di bernameyê d cih digire.
Brasseur wê kampa koçberên Sûriyeyî ya li Kîlîsê jî ziyaret bike.