Dogrûyol hat veşartin

Cenazeyê DHKC'yî Bahtiyar Dogrûyol ê di 31'ê Adarê de dozgerê doza Berkîn Elvan M. Selîm Kîraz li Edliyeya Çaglayanê dîl girt û di operasyona polîsan de hat qetilkirin, li Goristana Karşiyakayê hat veşartin.

Cenazeyê Bahtiyar Dogrûyol ê DHKC'yî, bi awayekî li çapemeniyê girtî, ji aliyê malbatê ve li Goristana Karşiyakayê hat veşartin. Gora Dogrûyol bi qûrnefîlên sor hat xemilandin.

Piştî veşartina cenazeyê Dogrûyol endamên Eniya Gel li ser gorê merasîma bîranînê lidar xist.

Di bîranînê de, hevalên wî yên li Enqereyê bi hev re xebatên siyasî meşandin, behsa bîranînên xwe yên bi wî re kirin. Li dû bîranîna ku bi sirûdên şoreşê bi dawî bû, hevalên Dogrûyol axa ku ji gora lîderê THKP-C Mahîr Çayan anîn, li ser gora Dogrûyol reşandin.