Rayedarên Tirk nahêlin alîkariya ji bo Kobanê derbas bibe

Dewleta Tirk alîkariya ji Danîmarkayê ji bo Kobaniyan hat şandin, nahêle derbas bibe.

Berdevkê Komeleya Kobané Støttefond Madsen diyar kir ku TIR’ek ji alavên cil berg, pêlav, nivîn û pêlîstokan, niha li sînorê Tirkiyeyê tê sekinandin û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi dijminahî nêzî Kobaniyan dibe.

Li Danîmarkayê bi organîzeya Komeleya Kobané Støttefond û endamê Meclîsa Şaredariya Furesø Denîz Delal, TIR’ek ji alavên alîkariyê, ji bo derbasî Kobanê bê kirin ji Pirsûsê re hat şandin. TIR'a bi alîkariyê barkirî, li gumrukê ji aliyê rayedarên Tirk ve hatiye sekinandin.

ALÎKARÎ TÊN ASTENGKIRIN

Têkildarî mijarê Berdevkê Komeleya Kobané Støttefond Daniel Madsen got: “Alîkariya me berhev kir û şand mixabin hê negihiştiye cihê xwe. Sedema vê jî ev e ku Tirkiye bûyerê polîtîze dike. Gumrukê kontrolên pêwîst pêk aniye û alavên di TIR’ê de ji cil, berg û pêlîstokan pêk tê. Tevî vê raydarên Tirk alavan teslîm nakin.”

BANG LI WEZARETA KARÊN DERVE YA DANÎMARKAYÊ HAT KIRIN

Madsen diyar kir ku divê Wezareta Karên Derve ya Danîmarkayê têkildarî mijarê demildest bi rayedarên Tirk re hevdîtinê bike û got: “Ligel TIR’a ku me ji Danîmarkayê şand, 4 TIR’ên din yên alîkarî tê de û li welatên ên Ewropayê hatine berhevkirin li gumruka sînorê Tirkiye-Bulgarîstanê tên sekinandin.”

Madsen anî ziman ku ew vê nêzîkatiya Tirkiyeyê fêm nakin û got: “Tirkiyeyê destûr neda ku alîkariya ku Xaça Sor berhev kiriye bişînin Kobanê. Ez bang li hemû raya giştî ya cîhanê dikim ku mudaxaleyî vê rewşê bikin û piştriya xwe ya ji bo gelê Kurd nîşan bidin.”