ROJANE
Hemû Nûçe
-
12 kes ji şaredariya Pêrtagê ji kar hatin derxistin
Şaredariya Pêrtag a AKP’î îro 12 xebatkar ji kar derxistin. Çelîkel yê ji kar hat derxistin, got şaredariyê biryarek siyasî daye û da xuyakirin ku wê bo mafên xwe têbikoşin. -
HDP: Em lê matmayî ne
HDP’ê da zanîn ku ew li dijî kesên ku 3 cenazeyên ji Edliyeya Stenbolê hatine derxistin weke serketinê pêşkêş nîşan didin, matmayî mane. -
Li Hambûrgê buroya hilbijartinê ya HDP'ê tê vekirin
Li bajarê Elmanya Hambûrgê, bi armanca destekkirina HDP'ê di hilbijartinên 7'ê Hezîranê yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de, wê buroya hilbijartinê were vekirin û şeva piştevaniyê bê lidarxistin. -
Operasyona 'DHKP-C': Zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin
Di operasyonên li bajarê cuda de, bi îdîaya 'têkiliya xwe bi DHKP-C' re hene, herî kêm 32 kes hatin binçavkirin. -
‘Şaredariya CHP’î bêhna çopê hêjayî Kurd û Elewiyan dibîne’
Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê li Çiyayê Yamanê ‘Tesîsa Beralîkirin û Nirxandinên Bermahiyên Hişk ên Herêma Bakur’ çêdike. RCS, komeleyên herêmê û partiyên siyasî yên li taxa Yamanlar û Onur nerazîbûn nîşanî vê dan. -
Di maça Swêd-Îranê de rejîma Îranê hat protestokirin
Tîmên neteweyî yên Swêd û Îranê, duh êvarê li paytexta Swêd Stockholmê di maça dostaniyê de derketin pêşberî hev. Maça dostaniyê veguherî xwepêşandanên protestoyî. -
Nûnera ESP Kurdistan Ok li Kolnê bi Tirkiyeyiyan re civiya
Nûnera ESP Kurdistan Fethiye Ok, di hevpeyvîna li Komeleya Çandê ya Multî ya li bajarê Elmanya Kolnê de destnîşan kir ku hemû beşên mûxalefeta civakî dikarin xwe di nava HDP'ê de bînin ziman. -
Berxwedana Kizildere - DOSYA
Di dawiya salên 60'ê de pêşketinên li cîhanê diqewimîn , li ser cİwanên Tirkiyê jî bandorek xwe çêkiribû. Pêşengiya vê tevgerê jî ji zanîngeha destpêkiribû. -
Ji bo Îranê zengilên xeteriyê lê didin
Îranê di serî de, li Sûriye, Iraq û Yemenê, li tevayî herêmê pêngava leşkerî, siyasî û dîplomatîk da destpêkirin. Armanca Îranê ev e ku bandora xwe ya herêmî zêde bike û di şerê herêmî de di navendîbûna Şîa de bibe xwedî rola bi bandor. -
Ji MUB’ê daxuyaniya li ser cejna Akîtu
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) têkildarî cejna 1’ê Nîsanê Akîtu daxuyaniyek da û got: “Efsaneya mîtolojîk a 1’ê Nîsanê, bûye dîroka destana rizgariya neteweya hemdem û jiyana hemdem a li qiraxa çemên Dîcle, Firat û Xabûrê.” -
Dozger M. Selîm Kîraz mir
Di operasyona li hember çalakgerên dozger Mehmet Selîm Kîraz ê li dosyaya Berkîn Elvan dinêrî rehîn girtibûn, dozger Kîraz ê bi giranî birîndar bibû jiyana xwe ji dest da. -
Pevçûn bi dawî bû: 2 çalakger hatin qetilkirin, dozger birîndar e
Di operasyona li hember endamên DHKC’ê yên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtibûn, 2 çalakger hatin qetilkirin dozger M. Selîm Kîraz birîndar bû. -
Li Edliyeyê pevçûnê destpê kir
Li edliyeyê pevçûnê destpê kir. Li hember çalakgerên ku dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin operasyon hat destpêkirin. -
Çalakger: Daxwazek me hat qebûlkirin
Çalakgerên dozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, diyar kirin daxwaza wan a polîsên agahiyên sicîla wan dane rayedaran, bên ber edliyeyê daxuyaniyê bidin hatiye qebûlkirin -
Çalakger: Bila nasnameya polîsan bên aşkerakirin - HAT NÛKIRIN
Çalakgerên ku M. Selîm Kîraz ê serdozgerê li dosyaya Berkîn Elvan dinêre rehîn girtin, gotin, “Di nav 5 deqeyan de eger nasnameya polîsên ku me numareya sicîla wan da rayedaran neyên aşkerakirin em ê dozger bikujin.” -
Kesên ji Balyozê dihatin darizandin hatin berdan
Piştî biryara Dadgeha Destûra Bingehîn a binpêkirina maf ku doza Balyoz ji nû ve li 4. Dadgeha Cezayê Giran a Îstanbul Anadolu destpê kir, biryara beraeta 236 bersûcan hat dayîn. -
Krîza rehîne didome
Bûyera ku bi daxwaza qatilên Berkîn Elvan bên darizandin Mehmet Selîm Kîraz ê dozgerê li dozê dinêre rehîn hat girtin didome. -
Li Tirkiyeyê qutbûna elektrîkê didome
Qutbûna elektrîkê ya li Tirkiyeyê ji saet 10.36’an ve destpê kir didome. -
DHKC, dozgerê doza Berkîn Elvan dîl girt
Hat ragihandin ku DHKC'ê dozgerê lêpirsîna doza Berkîn Elvan dimeşîne, dîl girtî ye. -
Ji polîsan serdegirtina Newrozê: 18 kes hatin binçavkirin
Li Enqere û Wanê, bi hinceta ku tevî pîrozbahiyên Newrozê bûne û 'al û flamayên derveyî qanûnan' hilgirtine, gelek kes hatin binçavkirin. -
Astengiya li pêşiya mafê tedawiyê yê Erkîn Selanîk dewam dike
Erkîn Selanîk ê li Kobanê xizmeta tenduristiyê dida jin û zarokên mexdûrên şer, ji ber parçeyê şarapnelê ji serê xwe birîndar bû. Selanîk hînê tedawiya wî temam nebû hat girtin û mafê wî yê tedawiyê ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve tê astengkirin. -
'Li taxa me rîska karesatê nîne, biryara veguherîna bajariyî ji bo rantê ye'
Li navçeya Kemalpaşa ya Îzmîrê bi îdiaya ku ‘rîska karesetê’ heye biryara veguherîna bajariyî hat girtin. Şêniyên taxê ku nêzî 10 hezar kes e, nerazîbûn nîşanî vê dan û ji bo betalkirina projeyê dest bi xebatên rêxistinkirinê kirin. -
NCDK a Stockholmê kongreya xwe lidar xist
Kurdistaniyên li Stockholmê dijîn, di dawiya vê hefteyê de li semta Axelbergê kongreya xwe ya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) lidar xistin. -
Li Koln û derdora wê xebatên hilbijartinê didomin
Li bajarê Elmanya Kolnê, komîsyona hilbijartinê ya ji 27 kesan pêk tê 5. civîna xwe pêk anî. Di civînê de ji bo Koln û derdora wê bernameya nû hat derxistin. -
Dayika Halîl Uysal jiyana xwe ji dest da
Dayika Halîl Uysal, Salîha Uysal, duh sibehê ji ber nexweşiya pençeşêrê jiyana xwe ji dest da.