Rêza partiyan a di pisûleyê de diyar bû

Desteya Bilind a Hilbijartinê rêza partiyên ku dikevin hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi pişkê ve diyar kir.

Desteya Bilind a Hilbijartinê  rêza partiyên ku dikevin hilbijartinên 7’ê Hezîranê bi pişkê ve diyar kir.

Desteya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) rêza partiyên ku dikevin hilbijartinên 7’ê Hezîranê ya bi rêbaza pişkê ve diyar kir. Li gorî rêza ku hatiye diyarkirin MHP 18, HDP 19, CHP 22, AKP jî di rêza 23’yemîn de cih digire. Bi vî rengî partiyên ku li meclîsê komên wan hene li pey hev in.

Hîn rêzên ku hatine diyarkirin wiha ye; MHP 18, HDP 19, CHP 22, AKP, 23, Partiya Anadolu 4, BBP 7, Partiya Demokrat 26, DSP 24, DYP 2, Genç Partî 21.