2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re destpê kir

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya, di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de konferansa bi dirûşma '2'yemîn Konferansa Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re’ destpê kir.

Li bajarê Hambûrg ê Elmanya, di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de konferansa bi dirûşma  'Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2’ destpê kir. Prof. Dr. Oeach ê axaftina vekirinê kir bal kişand ku li Rojava li hember barbariya DAIŞ jiyaneke nû tê avakirin. Prof. Altvater jî modernîteya kapîtalîst rexne kir û diyar kir ku peyama Newrozê ya Ocalan dibe çareserî.

Konferans ji aliyê "Network for an Alternative Quest” (Tevna Lêgerîna Alternatîf ) ya ji aliyê gelek saziyên Kurd û Elman hatiye avakirin û Însiyatîfa Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Kurdistanê re aştî jî di nav de hat organîzekirin, bi serenavên wek “'Meydan Xwestina ji Modernîteya Kapîtalîst re 2: Teşrîhkirina Modernîteya Kapîtalîst – Avakirina Modernîteya Demokratîk” tê lîdarxistin.

Duyemîn rêzekonferansên di roniya fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên weke ekolojî, azadiya jinê, modernîteya kapîtalîst, parastina cewherî, jiyana alternatîf li salona Aûdîmax a Zanîngeha Hambûrg îro destpê kir.

Di konferansê de tecrûbeyên şoreşa Rojava wê wek serenaveke taybet bê nîqaşkirin.

'LI ROJAVA LI HEMBER BARBARAN JIYANA ALTERNATÎF TÊ AVAKIRIN

Di konferansê de axaftina vekirinê ji aliyê Prof. Dr. Norman Peach ve hat kirin. Peach got, "40 Ez wek kesekî ku li vir 40 sal in ders dide, bixêrhatina we dikim. Em ê 3 rojan li vir texrîbatên ku kapîtalîzmê li tevayî cîhanê çêkirine û Şoreşa Rojava nîqaş bikin. Aboriyên neolîberal bi rêya barbaran şeran derdixin, hewl didin çavkaniyên Rojhilata Navîn û Afrîka di destê xwe de bigirin. Li hember vê barbariyê li Rojava jiyaneke alternatîf tê avakirin.”

'PEYAMA OCALAN DIBE ÇARESERÎ'

Prof. Elmar Altvater jî got ku her kes ji bo armancekî li vir e û modernîteya kapîtalîst bi zimanekî tund rexne kir.  Altver got, "Niha hewl didin li Rojhilata Navîn û Afrîka bin her kevirekî lêkolîn bikin. Lê belê ti çareseriya pergalê ya pirsgirêkan nîne. Ji bo çareseriya aştiya di navbera gelan de çareseriya wê nîne. Di vê çarçoveyê de daxwaza Birêz Abdullah Abdullah a di Newrozê de aşkera kir ne tenê di gotinê de di pratîkê de jî pêş dikeve û dibe çareserî.”

 

...